Parlementerên Mêrsînê: Em ê nehêlin Akkûyû bê çêkirin

img

MÊRSÎN – Parlementerê Mêrsînê Serdar Kûyûcûoglû, bertek nîşanî avêtina hîmê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê da û bal kişand ser mezinahiya talûkeya nukleerî. Aytûg Atici jî got: “Em nahêlin ev proje bê çêkirin.” 

Bertekên li hemberî avêtina hîmê Santrala Akkûyûyê didomin. Parlementer Serdar Kûyûcûoglû destnîşan kir ku hem cihê ku santral lê tê çêkirin hem jî di serdemeke ku cîhan dev ji çêkirina santralên nukleerî berdide israrkariya Tirkiyeyê çewt e û got: “Herêma Mêrsînê herêmeke çandiniyê ye. Wê projeyeke wisa zirarê bide çandiniyê. Yanî wê zirarê bide aboriyê. Pirsgirêkeke din jî turîzm e. Li vir 6 herêmên turîzmê hene. Wê gelê herêmê di warê aborî de bitengije.” 
 
‘WELATÊ ME BI PIRSGIRÊKEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE’ 
 
Kûyûcûoglû got: “Dê Rûsya 15 salan bixebitîne û wê bi 12.35 sentî bifiroşe me. Lê li vir bereksiyek heye. Ka dê ceryana erzan bihatana hilberandin. Halbûkî ceryana bi ba û rojê tê hilberandin erzantir e. Niha ceryan di navbera 10-7 sentî de tê kirîn, lê ji nişkave em ê bi 12.35 sentî bikirin. Ev yek derî aqilan e. Aşkere ye ku ev proje ne ji bo berjewendiyên gel e.” Kûyûcûoglû diyar kir ku pirsgirêka bermayiyan nehatiye çareserkirin û got: “Nediyariyeke cidî heye. Ji bo tunekirina bermayiyan teknolojiyeke baş tune ye. Yanî wisa dixuyê wê di pêşerojê de welatê me bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne.” 
 
‘BANDOREKE NEYÎNÎ LI HERÊMÊ DIKE’ 
 
Kûyûcûoglû bi bîr xist ku, li herêma ku santrala nukleerî tê çêkirin xeta fayê heye û got: “Ev yek nîşan dide ka çiqasî birîsk e. Divê em hemû zanibin ku Tirkiye di nav rîskeke çawa de ye. Rayedaran gotin di peymanê de transferkirina teknolojiyê tune ye. Yanî dema em vana hemûyan bidin ser hevdu, transfera teknolojiyê tune ye. Hem ji bo herêmê rîskeke mezin dide der, hem jî bandoreke neyînî li aboriyê dike. Em ji serî de li Akkûyû û Sînopê li dijî çêkirina santrala nukleerî derdikevin.” 
 
Kûyûcûoglû, destnîşan kir ku divê hawirdorparêz û kesên ehle demokrasiye li dijî vê biryarê derkevin. 
 
Parlementer Aytûg Atici jî, bi bîr xist ku hîn rapora ÇED2ê bi encam nebûye û got: “Ev biryar derhiqûqî ye. Ev biryara ku ji aliyê serokomar ve hatiye dayîn derhiqûqî ye. Ji sedî 82’yê gelê Mêrsînê li dijî çêkirina santrala nukleerî ye. Tevî vê îtirazê jî, biryara ji bo çêkirina projeyê hatiye dayîn. Vîna netewî vê yekê qebûl nake û ev yek nîşan dide ka çiqasî derhiqûqî ye. Li hemberî vîna netewî bêrêzîtî ye. Dixwazin welat bikin pêgirtiyên derve.” 
 
Atici, destnîşan kir ku wê endezyarên welatiyên Tirkiyeyê di vê projeye de nexebitin. 
 
‘EM Ê NEHÊLIN EV PROJE BÊ ÇÊKIRIN’ 
 
Atici felaketên wekî Fûkûşîma û Çernobîlê bi bîr xist û diyar kir ku ew ê bi her awayî li dijî projeyê derkevin. Atici got: “Xwedê neke em naxwazin qezayek wisa çêbibe. Lê em nizanin dê çêbibe yan na. Ji ber vê divê em pêşî tevdîrê bigirin û divê demildest dev ji vê çewtiyê bê berdan.” 
 
GEL NAXWAZE 
 
Di Hezîrana 2016’an de Konseya Bajêr a Mêrsîn û Mezîtliyê der barê santralê de anketek çêkir. Di anketê de ji sedî 82’yê gel diyar kir ku ew li Mêrsînê santrala nukleerî naxwazin.