Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e

img

WAN – Sûlava Bêgirê yek ji newazeyên xweşik a xwezayê ye. Sûlav ji ber avakirina HES’an û hişkesaliyê her roja ku diçe coşa xwe winda dike û geşbûna wê nemaye. 

Li navçeya Bêgirê ya Wanê yek ji xweşikiya xwezayê Sûlava Bêgirê ye. Her sal bi hezaran welatî vê sûlava newaze ya xwezayê ziyaret dikin. Sûlava li ser Çemê Bend-î Mahî ye ji ber çêkirina Santralên Hîdro Elektrîk (HES) her roja ku diçe coşa xwe winda dike. Hişkesaliya îsal jî li ser sûlavê bandorek neyînî dike û heybetiya xwe winda dike. Derdora sûlavê jî veguheriye çopdankê. 
 
Ahmet Yilmaz ê li nêzî sûlavê esnafiyê dike anî ziman ku ji ber avakirina HES’an erd têr av venaxwe û ev yek jî dibe sedema ku darên derdorê hişk bibin. 
 
‘AV NÎNE Û DAR HIŞK DIBIN’ 
 
Yilmaz xwest ku kes tevlî xwezayê nebe û wiha got: “Ez hêvîdarim ku dê neviyên me masî û sûlavê bibînin. Bila êdî xesarê nedin vê xwezayê. HES xesarê didin sûlavê. Ji ber HES’an dar û berên derdorê hişk dibin. Ji bo dar hişk nebin, em jî neçarin bi boruyan avê ji daran rebînin. Par du darên me hişk bûn, lê îsal 15 darên me hişk bûne. Em neçar man van daran bibirin. Zivistana îsal ziwa derbas bû. Dema em hişkesaliyê jî bidin ser bandora neyînî ya HES’an, dê havînê sûlav rojên zor derbas bike.” 
 
‘LI BER SÛLAVÊ TESÎSEK BETONÎ ÇÊDIKIN’ 
 
Esnafek nexwest navê xwe bide jî destnîşan kir ku Qeymeqamê Bêgirê dixwaze li ber sûlavê tesîsek werzîşê çêbike û ev tişt got: “Di rojên derbasbûyî de rayedar hatin vir her deverî pîvan. Çavê wan lê ye ku tesîsek werzîşê ya ji betonê pêk tê çêbikin. Heke ku di şûna tesîsa betonî de otelek ji daran çêbikin dê xweşiktir bibe. Çunkî em zivistanê nikarin li vir bixebitin. Herî zêde em 4 meh dikarin kargeha xwe bixebitînin. Cihek ku zivistanê turîst bên li sûlavê temaşe bikin û lê bimînin nîne. Berevajî vê yekê heke ku tesîsek ji betonê pêk tê çêbikin, dê xesarê bide xwezayê û ji bo sûlavê bibe tehdîtek.” 
 
MA/ Mahmut Ruvanas