Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl

img

MÊRSÎN - Şêniyên Mêrsînê diyar kirin ku ew santrala nukleerê naxwazin û gotin: “Li şûna ku deshtilatdarî enerjiya alternatîf biafirîne, berê xwe daye avakirina santrala nukleerî. Em naxwazin Mêrsîn jî bibe Çernobîl û Fukuşîma.” 

Li dijî sazkirina Santrala Nukleerî ya li Akkuyuya Mêrsînê ku tê plankirin di 2023’an de bi dawî bibe, nerazîbûn didomin. Şêniyên li Mêrsînê bertek nîşanî santralê dan. Hunermend Taylan Ozdemîr (26)  diyar kir ku ew li dijî enerjiya Nukleeriye û got: “Ez encamên enerjiya nuklerî ji Ukraynanê dizanim. Ez demekê li wir mam û enerjiya nuklerî bi xwe re kambaxiyê anî.” 
 
NUKLEERÊ JI ÇERNOBÎLÊ DIZANE 
 
Ozdemîr bobelata nukleerê ya li bajarê Çernobîl ê Ukraynayê qewimî bi bîr xist û wiha domand: “Ez demek li Kîevê mam. Li Çernobîlê bobelat pêk hat û bajarek tune bû. Ez hêj gelek hevalên xwe li wir nas dikim, ji ber radyasyonê porê wan tune ye. Radyasyon heta dikeve DNA mirov. Dema zarokên wan çêdibin jî bê por tên dinê. Îro nukleera li Tirkiyeyê çêdikin jî dê heman felaketê bi xwe re bîne. Encamê vê nukleerê dê pir dijwar be.” 
 
‘CÎHAN DEV JÊ BERDIDE, EM ARASTEYÎ NUKLEERÊ DIBIN’ 
 
Meryem Kumar Aslan a ji mamostetiyê teqewît bûye jî destnîşan kir ku pêdiviya enerjiyêyê ya Tirkiyeyê dikarin ji jêdera enerjiya alternatîf jî pêk bînin û wiha got: “Li havzaya Akdenîzê avakirina santrala nükleer ji aliyê mirovên zane ve jî talûke tê dîtin. Pêwîste enerjiya mîna tav û bayê bê bikaranîn. Li gel hemû bertekên gelê Mêrsînê jî santral tê sazkirin. Bobelatên Çernobîl û Fukuşîma wa li ber çavan e. Cîhan dev ji nukleer berdide, me berê xwe daye nukleerê.” 
 
‘XWEZAYA ME QETIL NEKIN’ 
 
Sevgî Sumer a 65 salî jî da zanîn ku ew avakirina santrala nukleer a enerjiyê naxwazin û got: “Ji bo ku xwezaya me qirêj û qetil dike, em naxwazin. Em li tu deverê santrala nukleer a enerjiyê naxwazin.” 
 
‘BILA MÊRSÎN NEBE FUKUŞÎMA’ 
 
Levent Sarilik jî bal kişand ser bandora enerjiya nukleerî ya li ser tenduristiya mirovan û got: “Em di televîzyonan de encamên nukleerê dibînin. Em naxwazin Mêrsîn jî bibe, Fukuşîma.”