‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amed, Edene û Îzmîrê avakirina Santrala Nukleer a Akkuyuyê hat şermezar kirin û wiha got: “Sazkirina Santrala Nukleerê  zemîna amadekariya şer e. Em Santrala Nukleerê naxwazin.” 

Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amed, Edene û Îzmîrê sazkirina Santrala Nukleer a Akkuyuyê  hat şermezarkirin. 
 
Meclîsa Ekolojiyê ya Rêxistina HDP’a Edeneyê li avahiya partiya xwe civîna li dar xist. Berdevkê Meclisa Ekolojiyê yê HDP’a Edeneyê Yaşar Gokoglu daxuyanî da û diyar kir ku nukler li gelek devera cîhanê bûne sedema komkujiyên civakî û got: “Em ê li dijî nukleran derkevin û têkoşîna xwe dewam bikin. Ji xeyal û plansaziyên xwe yên çêkirina Santrala Nukler berdin. Em hilberînek bi spartina nukler naxwazin. Em ê li dijî van pêkanînên nukler bin.” 
 
AMED 
 
Rêxistinê HDP’ê û DBP’ê yên Amedê jî li avahiya DBP’ê li dijî projeya santrala nukler civînek hevbeş li dar xistin. Hevserokê HDP’a Amedê Şerîf Çamci li ser navê partiyan daxuyanî da û wiha got: “Em wek gelan santrala nukler naxwazin. Em ê li dijî vê projeyê bin. Tu eleqeya wê bi polîtîkaya enerjiyê re nîne. Li ku çêdikin bila bikin ji bo zemîna şer tê çêkirin. Erdogan prestîja xwe ya li Rojhilata Navîn winda kir, dixwaze bi sazkirina santrala nukler a li gel Putîn binixîmîne.” 
 
ÎZMÎR 
 
Li Îzmîrê jî Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî Santrala Nukler civîn li dar xist. Civîn li avahiya rêxistina bajêr a Partiya Siberoja Çep û Kesk pêk anîn û gelek ekolojîst beşdar bûn. Li ser navê Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya HDK’ê Ertugrul Barka daxuyanî da û ev tişt got: “Em ê destûr nedin çêkirina Santrala Nukler. Dixwazin bi vê sazkirina santralê amadekariya şer bikin. Em ê li dijî van polîtîkayan derbikevin.”