Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike

img

WAN – Ahmet Ayaz ê 99 salî 40 sal e di mehên biharê de derdikeve gelî, deşt û çiyayên li Wanê û nebatan berhev dike. Ayaz van nebatan li bajêr difiroşe, hem debara malbata xwe pê dike û hem jî şîfayê belav dike. 

Li Wanê yek ji mirovên herî temen dirêj Ahmet Ayaz ê 99 salî li gel temenê xwe yê dirêj, kolan bi kolan digere û nebatên berhev kiriye difiroşe. Ayaz li gel temenê dirêj, li gelî, deşt û çiyayên herêma Wanê digere nebatên Qeselmehmûd û Masîcark berhev dike. Ayaz got ku 40 sal e ew di mehên biharê de diçe berhevkirina nebatan berhev dike û nebatên Qeselmehmûd û Masîcark mîna çayê tên kelandin û vexwarin. 
 
ŞÎFAYA XWEZAYÎ BELAV DIKE 
 
Ayaz temen dirêjiya xwe bibîr xist û wiha got: “Bi saya nebatên şîfayî tenduristiya min li cih e û temenek min dirêj heye. Ez bi van giyayan li ser piya dimînim. Piştî her xwarinê ez qedexeyek nebatê Qeselmehmûd vedixwim û pê rehet dibim. Rojê ez 10 qevdik nebat difiroş im. Heta îro min van nebatan firotiye deh hezaran mirov. Ez dikarim bêjim, hemû mirovan ji van nebatan şîfa dît. Mirov ji bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene û Bursayê van nebatan dixwazin. Ji nexweşînên mîna mîde, şeker, bêhn çikandin, nexweşînên riya îdrarê, penceşêr, guatr û gelek nexweşînên din re baş e. Bi hatina biharê re li ser çiyayên herêma Wanê ev nebat şîn dibin û bi xwezayî mezin dibin.” 
 
Ayaz destnîşan kir ku heta roja îro tu mirovî li hember giyayên difiroşe gazin nekiriye û got: “Di mehên havînê de gelek karê min dibe. Ev 40 sal e ez bi firotina van nebatan debara xwe pêk tînim.” 
 
MA / Mahmut Ruvanas