Dixwazin Mûnzûrê ziwa bikin!

img

DERSIM – Parêzer Ozgur Ûlaş Kaplan, bal kişand ser projeya ku ava Çemê Mûnzûrê veguhêzînin tunelan  û diyar kir ku dê ev yek rê li ber felaketan vebike. Kaplan, diyar kir ku projeyên bi vî renge hem li dijî hiqûqa netewî hem jî ya navnetewî ye. 

Bi tevkariya Tirkiye û Amerîkayê tê plankirin ku li ser Geliyê Mûnzûrê projeyên Konak Tepe 1 û 2 ya Bendav HES’an bên çêkirin. Bi van projeyan tê xwestin ku Dersim ji mirovan bêxalîkirin û geliyê Mûnzûrê bê tunekirin û gelê herêmê bertek nîşanî van projeyan didin. Yek ji parêzerên ku di warê hiqûqî de ji bo betalkirina projeyên Konak Tepe 1 û 2 yên Bendav-HES’an têdikoşe jî Parêzer Ozgur Ûlaş Kaplan e. Kaplan, diyar kir ku li ser Geliyê Mûnzûrê tê fikirîn ku projeyên mezin bên çêkirin û projeyên Konak Tepeyê projeyên herî mezin in û bi tecakariya Tirkiye û Amerîkayê Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceryanê ya Konak Tepeyê hatiye avakirin û hemû xebat di ser vê şîrketê re tên meşandin. 
 
‘WÊ HERÊM JI MIROVAN BÊ XALÎKIRIN’
 
Kaplan, anî ziman ku wê ava Mûnzûrê bi temamî veguhêzînin tunelan û got: “Wê ji tunelan hidroelektrîk bê bidestxistin. Wê bi vî awayî herêm veguhere qadeke ziwa. Wê derdorê zêde bê texrîbatkirin. Wê veguhere qada înşeatê. Wê gelek gund di bin avê de bimînin. Wê pêwendiya navenda Dersim û Pulurê ji hev bê qutkirin. Wê li herêmê bibe sedema koçberiyê û xalîbûna ji mirovan. Wê goristan jî di bin avê de bimînin. Ev proje projeyeke ku madî û manewî zirara wê heye.” Kaplan, anî ziman ku tevî van tiştan hemûyan jî hikûmet div ê projeya derhiqûqî de israr dike û tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye. 
 
Kaplan, diyar kir ku ji bo projeya Konak Tepeyê wan serî li dadgehê da ye, lê belê hîn lêkolîn didomin. Kaplan got: “Eger bêyî ÇED’ê xebat bên destpêkirin, em ê gilî bikin. Ji bo betalkirina vê projeye em ê di warê hiqûqî de bitêkoşin.” 
 
MA / Semra Turan