AVM şûr li kezeba Amedê dixe

img

AMED - Tevî hemû nerazîbûnên saziyên civakî li Amedê mizgeftên meçin û AVM li nava bajar tên avakirin. Nûnerên saziyên civakî û pîşeyî diyar kirin ku bi van inşaetan kêr li kezeba Amedê ku wekî neqeba hewayê ye tê xistin. 

9'emin Midûriyeta Rêyên Bejayî ya Herêmê li Amedê tevî hemû nerazîbûn û bertekên nûnerên saziyên civakî û pîşeyî gele navendên AVM'ê û mizgeftên mezin ava dikin. Midûriyeta Rêyên bejayî li ser qada 28 hezar û 500 metrekare zevî pêşkêşî Wezareta Karên Diyanetê kir û ji îmara mizgeftê re vekir. Li vê qadê Mizgefta mezin a 5 hezar kesan tê avakrin. Dîsa li şûna Stadyuma Amedê avahiya mezin ya AVM'ê tê avakirin. Beriya qeyûm tayinî şaredariyê bibe, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û Odeya Endezyarên Mîmarê ya Amedê serî li Midûriyeta Bajar a Bajarvanî û Derdorê dabûn û ev proje îtîraz kiribûn. Lê tevî îtîrazan û doza ku birin Dadgeha Şûreya Dewletê jî encam bi dest nexistin. 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Plansaziya Bajar ya TMMOB'ê Fatîh Tekîn, bertek nîşanî van înşaetan dan û diyar kir ku ev înşaet nefesa hewayê ya bajar qut dike. Tekin ani ziman ku bajar bê oksîjen tê hiştin û ji ber van avahiyên bilind bi temami neqeb û koorîdora bajar a hewayê qut dibe. 
 
Tekîn, anî ziman ku mizgeft û AVM, li qadên ku li dijî zelzele û bûyerên xwezayê kampên kombûna mirovan in û wiha got: "Lê niha li van qadan avahiyên din tên avkarini. Dîsa pirsgireka trafîkê jî ava dike. Bi van projeyan dê pirsgirêka trafîkê ya bajar duqat zêde bibe. " 
 
MA / Lezgin Akdeniz