Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne

img

STENBOL – Ji bo piştevaniya jiyana ekolojîk bike, Sahafa Duçerxeyî li Stenbolê li 4 dibistanan “Pirtûkxaneya Ekolojîk” ava kir. Niha jî ji bo li dibistaneke li Bayramoglûyê pirtûkxaneyekê ava bike pedalên duçerxeya xwe digerîne. 

Li Stenbolê Sahafa Duçerxeyî di bin banê çalakiyên wekî “Atolyeya Tov û Çandinê”, “Atolyeya Jiyanê ya Duçerxeyî” û “Atolyeya Rêwîtiyê Ya Di Xeyalê Min De” bi zarokan re hat gel hev. Her wiha projeya “Pirtûkxaneya Ekolojîk” a di sala 2015’an de da destpêkirin jî didomîne. Koma ku ji bo dibistanên pêdiviya wan bi pirtûk û pirtûkxaneyan heye bi duçerxeyan pirtûkan berhev dike û di bin navê “Atolyeya Sahafa Duçerxeyî” pirtûkên hatine berhevkirin radestî dibistanan dike. Bi vî awayî tê xwestin ku gihandina bi duçerxeyê berbelav bibe û li zarokan bîrbiriya jiyana ekolojîk bê peydakirin. Piştî li Stenbolê li 4 dibistanan “Pirtûkxaneya Ekolojîk” hata avakirin, niha jî tê xwestin ku li Dibistana Seretayî ya Ulku ya li Bayramoglûyê jî pirtûkxaneyek bê avakirin. 
 
‘EM BI DUÇERXEYAN PIRTÛKAN VEDIGUHEZÎNIN’ 
 
Yek ji avakarên atolyeyê Filîz Gulez, diyar kir ku divê mirov tiştekî alternatîf ji xwe re bibînin û wiha behsa Atolyeya Sahafa Duçerxeyî” kir û got: “Bi piranî em di ser medyaya civakî re radigihînin mirovan. Kesên dixwazin pirtûkan bexş bikin, em bi duçerxeyan diçin navnîşana wan. Piştî em pirtûkan kom dikin, em pêwendiyê bi dibistanan re datînin. Pêdiviya kîjan dibistanê bi pirtûkan hebe, em bi duçerxeyê pirtûkan vediguhezînin. Dema xwendekar dibînin em bi duçerxeyan pirtûkan tînin, kêfxweş dibin. Piştî em pirtûkxaneya xwe ava dikin, em pêşkeşiyekê jî dikin. Em behsa rêwîtiyên xwe, pirtûkan û xwezayê dikin. Bi vî awayî hevkarîgeriyeke çê dibe. Dema mirov wê enerjiya zarokan dibînin, xweş e.” 
 
‘EM ZIRARÊ NADIN DERDORÊ’ 
 
Gulez, bi van gotinan sedema ku ew bi duçerxeyan pirtûkan vediguhezînin vegot: “Em zirarê nadin derdorê, qelebalixiyê nakin, sotemeniya fosîlî xerc nakin. Piştî ku min duçerxe kir perçeyeke jiyana xwe, zaf guherîm. Mirov bi duçerxeyê bedena xwe bi kar tîne, mirov bi kesên endîşedar nagihîje cihekî. Tu lezgîntir î, nasekinî, hêrs nabî. Li gor wesayîtan talûkeya wan pir kêm e.” Gulez diyar kir ku bi vî awayî ew dixwazin nîşan bidin ku her tişt ne pere ye. Gulez, destnîşan kir ku klîşeya “bêyî pere mirov nikare têkeve rê” ne rast e. 
 
BERASTENG DESTEKÊ DIDIN 
 
Serokê Avakar ê Komeleya Pedalên Wekhev Mûstafa Îşçîer ku ji bo avakirina “Pirûtûkxaneya Ekolojîk” destek dan jî got: “Em bi duçerxeyên tandemî diçin dibistanan. Bi xwendekaran bi duçerxeyê veguhastina pirtûkan a kesekî/e berastengê dîtinê ecêb tê. Em xwezayê qirêj nakin, bi xwêdana xwe û hêza xwe vê yekê dikin û ev yek ji bo me girîng e. Ev tişt ji bo me pîroz e.”