Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê

img

MÊRSÎN - MERÇED, darbarê santrala nêkleerê ya esasê wê sibe li Akkuyu bê danîn daxuyanî da û got: “Emê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nûkleerê.”

Komeleya Xweza û Hawirdor a Mêrsînê (MERÇED), derbarê santrala nukleerê ya esasê wê sibe li Akakuyû bê danîn civîna çapemeniyê li dar xist. Divîn li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê pêk hat, sazî û dezgehên rêxistinên civaka siviîl beşdar bûn. 
 
NE PÊDIVIYE, TERCÎHA SIYASIYE
 
Serokê MERÇED’ê di civînê de axivî û wiha got: “Dê sibe esasê înşaeta Sanrala Nukleerê ya Akkuyu bê avêtin. Ne ji bo pêdiveiyê, ji bo tercîha siyasî vê santralê çêdikin. Dê bi hevkaraiya Rûsyayê santrale vekirin. Em li welatên  xwe xetayên Çernobîl û Fukuşîmayan naxwazin. Emê destûr nedin ku Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê.”