Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere

img

WAN – Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku îsal ji ber guherîna avhewayê berf hindik bariyaye. Şahîn diyar kir ku sedemeke kêmbûna berf û baranê jî bendavên ku bi hinceta “ewlehiyê” tên çêkirin. 

Îsal berf gelekî kêm bariya û ev yek dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku bi taybetî 2 sal in li Wanê berf kêm dibare. Şahîn bi lêv kir ku sedema herî mezin a kêmbûna berf û baranê jî, bendavên ku dewlet wan çê dike û ev yek li herêmê wekî avhewayeke nermî xwe dide der. 
 
Şahîn bi lêv kir ku divê germiya kûrewî tu carî neyê jibîrkirin û ev yek hatiye wê astê ku hemû cîhanê tehdît dike. Şahîn, destnîşan kir ku germiya kûrewî zirareke mezin dide xweza û giyanemweran û got: “Ji ber ku herêma Wanê herêmeke çiyayî ye, berê berf zêde dibariya û di havînê de jî derdora çiyayan spî dikir. Lê belê dema mirov niha lê dinihêre li çiyayan pir hindik berf dixuyê. Tekane ava ku kaniyan, robar û çeman xweyî dike ava berfê ye. Dema li ser çiyayan berf kêm be, tu bikî nekî wê ziwayî çê bibe. Bi vê yekê re wê çeşîdariya nebatên endemik kêm bibe û wê giyanewerên bi hêşînahiyê çê dibin kêm bibin. Xelekên ekosîstemê bandorê li hevdu dikin. Dema ziwayî jî bibe perçeyekî vê pergalê, wê hemû mîkroorganîzma û giyanewerên din zirarê bibînin.” 
 
 Şahîn diyar kir ku di demên dawî de gelek bendav tên çêkirin û ji ber vê avhewayeke nerm li herêmê peyda bûye. Şahîn diyar kir ku ev yek bandorê li genim, ceh û berên din jî dike û her biçe wê cotkar bi erdeke ziwa re rû bi rû bimînin û wê berdariya beran kêm bibe. 
 
‘TU WESFEKE BENDAVAN TUNE YE’ 
 
Şahîn destnîşan kir ku di navbera ax û avhewayê de pêwendiyek heye û ax li gor vê pêwendiyê şikil digire. Şahîn diyar kir ku dema ji nişkave germayî û sarbûna avhewayê an jî nemê zêde bibe wê xweza zirareke mezin bibîne û wê avhewa biguhere. Şahîn diyar kir ku ji bo rê li ber karesatên mezin bê girtin divê li cihên bilind ê vê erdnîgariyê rê li ber çêkirina bendavan bê girtin. Şahîn got: “Jixwe tu wesfeke bendavên li vê erdnîgariyê tên çêkirin tune ye. Ji bo ‘ewlehiyê’ tên çêkirin. Ji ber vê bi çêkirina bendavan ev erdnîgarî zêde zirarê dibîne.” 
 
Şahîn ji bo rê li ber ziwabûn û guherîna avhewayê bê girtin divê li deverên bilind bendav neyên çêkirin û eger ziwayî wisa dewam bike, wê ji bo mirovahiyê talûkeyeke mezin bide der. 
 
MA / Mahmut Ruvanas