Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike

img

DERSIM – Amadekariyên projeya Geliyê Mûnzurê projeya Konak Tepe 1 û 2 ya ji aliyê DYA û Tiryiye ve 50 sal berê dest pê kiribûn temam bû. Aktîvîstê Xwezayê Haydar Çetinkaya, diyar kir ku ev projeyek gelek talûke ye û ger têkeve meriyetê dê hemû Dersim di bin avê de bimîne. 

Amadekariyên projeya Santrala Hîdro Elektrîkê (HES) ya li ser Geliyê Mûnzûrê û Pilûrê tê avakirin ya Konak Tepe 1-2 ku ji aliyê Tirkiye û DYA ve hat plankirin temam bû. 8 projeyên HES'ê yên ji aliyê DYA û Tirkiye ve hatin amadekirin di sala 1967'an de katin rojevê. Di sala 1990'an de Tirkiye û DYA li hevkirin. Piştre lîsansa enerjiyê girtin. Piştre mafê şixulandina avê jî stendin. Projeyên HES'ê ku Dersim perçe perçe kirine, bûye sedema nerazibûnên gel. Gel li dijî avakirina HES'an xwedî bertekên mezin in. Hefteya Borî Dersimiyan bi dirûşmeya “Mûnzûr di tengasiyê de ye" meşek girseyî li dar xistin. 
 
Têkildarî projeyan Aktivîstê Xwezayê Haydar Çetinkaya nirxandin kirin. Çetinkaya, diyar kir ku Projeya HES'ê ku tê plankirin 50 km dûrî Dersimê ye û wiha got: "Hemû amadekariyên destpêkê yên projeyê bi dawî bûne. Di nava Projeyên Konak Tepe 1 - 2 de projeya  1’emîn benda avê 114 metre bilind bûye. Piştî bend bê avakirin dê pişt bendê bibe gola mezin a avê. Dê ava Mûnzûrê di boriyan de hepis bikin. Dê ava bendava 2’emîn jî di boriyan de hepis bikin. Gelek projeyên HES'ê li Dersimê tên avakirin. Lê projeya herî mezin ya Konak Tepe ye. Ev proje dê zerarek mezin bide der û dora xwe. Li Tirkiye gelek cureyên nebatên giha û pinsan tenê li Dersimê çê dibin. Piştî ku ev bendav têkevin meriyetê dê bi dehan cureyên nebat û pinçaran di bin avê de bimîne û winda bibe."  
 
DÊ GELEK WARÊN ÇAND Û DÎROKÎ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN
 
Çetînkaya, bal kişand ser warên dîrokî û çandî yên di bin avê de bimînin jî û wiha got: "Piştî ev proje têkevin meriyetê û her der bibe gola avê dê rêyen gelek navendên pîroz yên dîrokî û çandî bên girtin. Gelek navendên piroz dê di bin avê de bimînin. Dê navbera Pilûr û Dersimê qut bibe. Dê navenda Pilûrê di bin avê de bimîne. Di cîhanê de herî zêde Tirkiye dijminê avê ye. Projeyên li ser xwezaya Dersimê koka xwe ji salên 1800’î digirin. Dixwazin Pilûrê ji Dersimê qut bikin. Bi ve projeyê dixwazin Dersimê belav bikin û di bin avê de bihêlin. Bi van projeyan dixwazin xweza, waren bîr û baweriyan, navendên dîrokî û bi sedan cureyên nebat û giha di bin avê de bihêlin û tune bikin." 
 
MA / Semra Turan