Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin

img

COLEMÊRG - Colemêrgî îsal jî ji ber qedexekirina çûyîna zozanan û “herêmên ewlehiya taybet” nikarin zêde rêwas, kereng, pûng, ardû, sterk û gulîkan berhev bikin. 

Bi hatina biharê re li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê giha û pincarên ji çiya û zozanan tên komkirin tên firotin. Rêwas, pûng, ardû, sterk û gulîk ên li li Kolana Cengîz Topelê li ser dezgehan tên firotin bivênevêyên ser sifreyan e. 
 
Ekrem Çalli yê ku li ser giyayên ji çiyayan berhev kiriye difiroşe, anî ziman ku zivistanê ew masiyan difiroşe û bi hatina biharê re jî dest bi firotina giyayan dike. Çalli destnîşan kir ku bi sedan welatî ji van giya û pincaran qezenc dikin û got: “Em di şert û mercên zehmet de berhev dikin. Kesên li herêmên bejahiyê dijîn van giyayan kom dikin û difiroşin me, em jî wan li ser dezgehan difiroşin. Dema giya ewil şîn tên û tên komkirin fiyetên wan biha ne, lê paşê fiyetê wan kêm dibe.” 
 
Çalli diyar kir ku ji ber operasyonên leşkerî yên li herêmê ew zêde nikarin giyayan kom bikin û got: “Li gelek deverên ku em giya lê kom dikin, qedexe ne. Ji ber vê em zêde nikarin kom bikin. Li wan deran ji ber qedexeyan gelek giya ziyan dibin. Hêvîdar im êdî dawî li qedexeyan bê û em jî giyayan kom bikin.” 
 
LI SER ÇIYAYÊN BILIND TÊN KOMKIRIN 
 
Arafat Çalli jî diyar kir ku di nav giyayên tên komkirin de yê herî baş rêwas e ew jî ji dawiya Nîsanê heta meha Hezîranê tê komkirin. Çalli destnîşan kir ku ev giya li ser çiyayên bilind şîn tê û bi kêrî nexweşînên wekî pençeşêrê tê. Her wiha Çalli diyar kir ku pûng, sterk û yên din jî ji bo madeyê û dilxewriandê, nexweşîna şekir û tansiyonê jî baş in. Çalli bi lêv kir ku ji ber qedexekirina çûyîna zozanan ew pir nikarin van giyayan berhev bikin, lê kêm be jî em kom dikin.