Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir

img
WAN - Wezareta Çandinî û Daristanan, ji bo nêçîra pezkoviyekî ya li herêma Pagan a navçeya Payîzava ya Wanê îhale vekir. 
 
Wezareta Çandinî û Daristanan, ji bo nêçîra pezkoviyekî ya li herêma Pagan a navçeya Payîzava ya Wanê îhale vekir. Wezareta ku “ji bo firotina kotayên biyanî di çarçoveya tûrîzma nêçirvaniyê de wê nêçîr bê kirin” îhale vekir, bihayê îhaleya ku wê di 10’ê Cotmehê de bê kirin weke 30 hezar lîre diyar kir. Wezaretê beriya niha li gelek herêman îhale vekiribû lê jib er bertekan îhale hatibûn betalkirin.