Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin

img
ŞIRNEX - Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş a ku tev li Meşa Cûdî bûyî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dema bêîteatiya sivîl mezin bibe, dê karibin wekî îro ji heqê qedexeyan derkevin.
 
Platforma Hawirdorê ya Mûglayê (MUÇEP) û Aktîvîstê Koalîsyona Edaleta Avhewayê Ayhan Çelîk ku ji navçeya Datça ya Mûglayê tev li Meşa Cûdî bû û ji Koordînasyona Kerwana Mezopotamyayê ya Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş ku ji Îzmîrê hat  û tev li Meşa Cûdî bû, qirkirina xwezaya heremê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
'DIVÊ EM LI HEMBERÎ HIŞMENDİYA HER TIŞTEKÎ DIJMIN DIBÎNE BISEKININ'
 
Ji Platforma Hawirdorê Ayhan Çelîk anî ziman ku bêdengiya rojavayê Tirkiyeyê ya li hemberî qirkirina xwezaya heremê wan aciz dike û wiha got: “Em  wisa fikirîn ku divê em li vir bin. Em ji bo wê hatin. Guhertina avhewayê ne bajarek, ne navçeyek û ne jî welatek wê heye. Daristanên ku li her derê tên qirkirin daristanên me hemûya ne. Ji ber wê em ê dengê xwe bilind bikin. Û em ê bi hev re bin. Li vir xwedîderketina li dar û daristanan pir zehmet e. Em li vir in, em temaşe dikin. Em li her derê tên astengkirin. Nahêlin em bigihên qada kombûnê, li cihê ku em lêkolînê jî lê dikin tên astengkirin. Lê divê bi hev re ji heq van hemû şert û mercan derkevin. Divê em bi hev re li dijî hişmendiya ku li vir her tiştî wekî dijmin dibîne, rabin." 
 
'EM DIKARIN QEDEXEYAN DERBAS BIKIN'
 
Ji Koordînasyona Kerwana Mezopotamyayê ya Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş jî anî ziman ku divê girse qedexeyên li cihên ku xweza lê tê xerakirin rake û ev tişt anî ziman: "Dema me bi MEH’yê re xebatên medyaya civakî kir û geşedanên li Şirnexê dişopand, me jî dît ku piştgiriyeke cidî heye. Armanca me ew e ku em bi van meş û mîtîngan vê qirkirinê nîşanî civakê bidin. Divê em di nava xwe de toreke hevgirtinê ava bikin û vê qirkirinê bidin sekinandin. Hikûmet gelek hewl dide ku pêşî li xebatên me bigire. Pêwîst e ji bo derbaskirina van qedexeyan îradeyek were nîşandan. Em di wê baweriyê de ne ku dema ku bêîteatiya sivîl mezin bibe, em ê karibin wekî îro ji heqê qedexeyan derkevin. Em dikarin xwe bigihînin Cizîrê. Ez hêvîdar im ku tevgereke karibe van polîtîkayên êrişkar ên li dijî êrişên li ser daristan, av, hewa û axa Kurdistanê rawestîne bê avakirin."