Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez û Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şaman dan zanîn ku dê di 17’ê îlonê de ber bi Cûdî ve bimeşin û qirkirina daristanan raxin ber çavê tevahiya raya giştî. 
 
Gelek rêxistin dê di 17’ê îlonê de li Şirnexê bi dirûşma “Em li dijî wêraniya şer û talankirina xwezayê dimeşin” beşdarî Meşa Çiyayê Cûdî bibin. Cîgirê Hevserokê Berpirsyarê Komîsyona Ekolojiyê Nacî Sonmez û Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şaman têkildarî Meşa Çiyayê Cûdî axivîn.   
 
Nacî Sonmez da zanîn ku ji gelek bajaran pir kes dê tev li meşê bibin û wiha got: “Em ê banga hestiyarbûnê li raya giştî ya Tirkiyeyê bikin. Wekî di her qadê de, dema mijara behsa xeberê dibe talankirina ekolojiya Kurdistanê, cihêkarî tê kirin. Nêzikatiya desthilatdariyê nêzikatiyeke cihêkar e. Tevgerên ekolojiyê dema mijar dibe rojavayê Tirkiyeyê gelek çalak in lê dema mijar dibe texrîbkirina ekolojiya Kurdistanê, bêdeng in. Lewma jî Meşa Cûdî girîng e. Armanca me ew e ku bertekekî demokratîk nîşan bidin û derdorên xemsar jî têxin nava liv û tevgerê.” 
 
‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN VALA BIKIN’
 
Bi domdarî Sonmez diyar kir ku rûxandina ekolojiya Kurdistanê, encama mêtingeriya kargehên sermayeyê ya li dijî xwezayê û polîtîkaya valakirina herêmê ya dewletê ye û ev tişt anî ziman: “Ew herêm, herêmeke ziwa û çavkaniyên av û ekosîstemê bisînor in. Çandiniya li vê herêmê, li gorî deverên din ên Tirkiyeyê gelek zehmet e. Bi destwerdaneke wiha re li wir cînayetê dikin. Ew mirov ji xwe ji ber şer û pevçûnan koçî rojavayê Tirkiyeyê bûbûn. Niha jî dixwazin wan kêmek mirovên li wir mayîn bêbêhn bihêlin û bidin koçberkirin. Dixwazin herêmê bi temamî vala bikin. Qaşo ji bo ‘ewlekariyê’ dikink lê daristanan tune dikin. Heke hûn şerî ji holê rakin, dê pirsgirêka ewlehiyê jî nemîne. Heke we aştî pêk anî, dê nekarin daristanan tune bikin.” 
 
‘EM Ê JI BANGA XWE PAŞDE GAV NEAVÊJIN’
 
Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şaman jî destnîşan kir ku tevî hemû dibêtiyên astengkirinan jî ew ji banga xwe paşde gav naavêjin û wiha bi dawî kir: “Em ê di 17’ê îlonê de li Şirnexê bên ba hev. Em ê tunekirina daristanan, santralên termîkê û hwd. raxin pêş çavê raya giştî. Banga min ji bo dostên me yên têdikoşin ev e; werin em di 17’ê îlonê de li Şirnexê bi hev re li dijî vê talanê derkevin. Rewşa şer, ekosîstem tune kir û jiyanê ji holê radike. Bi sedema ewlekariyê ekosîstemê tune dikin. Di ekosîstemê de hevsengiyek heye û kesek nikare vê hevsengiyê li gorî serê xwe pênase bike. Ava ku ji bin dareke berûyê ya li Şirnexê diherike, li ser pelê dareke zeytûnê ya li Çiyayên Qazê dibe dilop. Ekosîstem tiştekî wiha ye. Hûn îro di bin navê ‘ewlekariyê’ de daristanan tune dikin lê di esasê xwe hûn jiyanê ji holê radikin.”