Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin

img
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê destnîşan kir ku qirkirina ekolojiyê sûcê herî mezin e û bang li her kesî kir ku li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî qirkirina xwezayê li avahiyê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetê Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji hêla Berdevkê Platformê Samet Ûcaman ve hate xwendin. Ûcaman got ku qirkirina ekolojiyê sûcê herî mezin e.
 
 
Ûcaman, bal kişand ser talana li her çar aliyên Tirkiyeyê û da zanîn ku li cihên hatine talankirin, hotêl û restourant hatine çêkirin. Bi domdarî Ûceman ev tişt anî ziman: "Şewatên li daristanan û birîna daran ên li herêma me, ji ber çavbirçiyên rantxwir li hemû deveran belav bûye. Ji bo faîlên diyar ên darbir, bingeha qanûnî tê amadekirin. Bi vê yekê re jî xweza û pêşeroj tê tunekirin. Bi heman gotin, hincet û rêbazan êrişî xwezaya Licê, Dêrsim û Şirnexê dibin. Saziyên peywirdar naxwazin têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin an jî dixwazin bingeheke zagonî jê re ava bikin. Hemû giyanwerên li vê erdnîgariyê dijîn ji vê qirkirinê zirarê dibînin."
 
EM Ê WAN BIŞOPÎNIN
 
Bi domdarî Ûcaman xwest ku qirkirina xwezayê pêşeroja welatiyan û li ser ekosîstemê texrîbateke mezin çêdike û wiha qedand: "Wekî duh em ê îro jî  li dijî  bersûcên ekolojiyê bisekinin û em dixwazin bînin ziman ku ji bo darizandina wan kesan em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin."