Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî

img
ŞIRNEX - Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ku dê li dijî talankirina xwezayê bê kirin bang kir û wiha got: "Ji bo xwezaya me nebe çol, divê em li dijî vê talanê rabin." 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî qirkirina daristanên Şirnexê zend û bend badan. Dê di 17'ê îlonê de bi dirûşma “Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî ve meşek bê lidarxistin ku li vir leşker  û cerdevan bi hinceta “ewlehiyê” daran dibirin. Amadekariyên vê meşa ku nûnerên gelek saziyên ekolojiyê û saziyên sivîl piştgiriya wê dikin, didomin.
 
‘JIYAN TÊ TUNEKIRIN'
 
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen li dijî talankirina ekolojiyê bang li her kesî kir ku tev li meşê bibin. Gungen wiha got: "Xweza, jiyan e. Ger ku xwezaya me bê kuştin, dê jiyana me wêran bibe. Dê bêhna me biçikê. Dê jiyana hemû zindiyan têk bişikê. Nêrîna mirovan çi dibe bila bibe, divê li ber vê talankirinê dengê xwe bilind bikin." Gungen, bal kişand ser wêrankirinên berê û wiha domand: "Gundên Kurdistanê hatin talankirin û valakirin. Îro jî xweza tê qetilkirin. Ev qonaxa duyemîn a polîtîkaya taybet a li herêmê ye. Ewilî hewl dan ku li dibistanan ciwanên kurd asîmîle bikin. Xwezaya herêmê tê wêrankirin. Hemû qada daristanî tê qirkirin. Em dixwazin di şexsê Çiyayê Cûdî de balê bikişînin ser talana li tevahiya herêmê. Li herêma me ne heywanek ne jî darek tê hiştin. Jiyan tê tunekirin. Ji bo ku jiyana me veneguhere çolên Erebistanê, divê em li ber vê talanê rabin."
 
DÊ HER KES BERÊ XWE BIDE CÛDÎ
 
Gungen, bi domdarî got ku meşa wan dê meşeke girseyî be û wiha pê de çû: "Dê ji Marmara, Ege, Riha, Amed, Sêrt, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê gelek kes tev li meşê bibin. Dê Hevserokên Giştî yên DBP'ê, Wekîlên Koma HDP'ê û parlementerên HDP'ê jî tev li meşê bibin. Ji xeynî vê dê baroyên herêmê, hêzên ked û demokrasiyê, rêxistinên ekolojiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û bi hezaran welatî tev li meşê bibin."
 
Gungen destnîşan kir ku meşa wan meşa li dijî talankirina xwezayê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Em hêvî dikin ku hemû gelê me tev li vê meşê bibe û li dijî vê talanê dengê xwe bilind bike. Di 17'ê îlonê de em ê li gundê Milgê Şantiyê (Îkizce) bên cem hev û ber bi Çiyayê Cûdî ve bimeşin."