Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e

img
WAN - Rêxistinên hawirdorê yên li Colemêrg û Wanê li cihê cih rûxandina ekolojiyê raçav kirin gotin ku talana hatiye kirin, talaneke pir tirsnak e. 
 
Saziyên ekolojiyê yên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi banga Komeleya Parastina Hawirdor û Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) ji bo balê bikişînin ser talankirina ekolojiyê ya li herêmê tê kirin hatin Wanê. Rêxistinên ekolojiyê yên li Colemêrg û Wanê talankirina xwezayê li cihê cih raçav kirin, li qeraxa Gola Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û ji bo hestiyariyê bang kirin. Li ser navê komê endama Komeleya Hunerê Ji Bo Xwezayê Goksen Ezelturk metna daxuyaniyê xwend.
 
‘TENDURISTIYA MIROV DI XETERYÊ DE YE'
 
Ezelturk da zanîn ku 6 roj in li herêmê, li Colemêrg û Wanê hewl didin ku pirsgirêkên di warê ekolojiyê de raçav bikin û wiha got: “Di nava hefteyekê de me li vir dît ku ew texrîbata li ser asasê rantê ya li Saros, Kazdaglarî, Îkîzkoy, Îkîzdere an jî Îlîçê hatite kirin li Colemêrg û Wanê jî di asteke pir cidî de hatiye kirin. Mixabin li gor tesbîta me, gelek cureyên nebat û heywanên endemîk bi xetereya qirkirinê re ne. Ji ber qirêjiya ava Zap, Çemê Zîlan û Gola Wanê îro û sibê tenduristiya gelên li herêmê di bin xetereyeke mezin de ye. Bi taybetî qirêjiya ava Zapê ya ji ber kanên madenan, toza kanên keviran, bêhna çopên li nêzî Colemêrgê û gazên jehrî yên ji ber vê belav dibin û bêhna ji ber qirêjbûna Gola Wanê belav dibe, em gelekî tirsandin."
 
Ezelturk anî ziman ku wan tespît kiriye ku berî ku raporên ÇED'ê yên ekolojîk bên amadekirin, kargeh bêyî fîltreyan û pergalên dawerivandinê dest bi kar dikin û wiha got: "Li Hewzeya Gola Wanê ku milyon û 200 hezar kes lê dijîn, îmareke bêplan tê pêkanîn û ev gefeke mezin li Gola Wanê dixwe. Her roj 46.400 m3, yanî 4500 kamyon bermayî daxilî golê dibin. Paqijkirina heriya binî golê jî, bes ji cihekî ber bi cihekî din vê tê veguhastin. Paqijiya binî golê ya li qadeke bi firehiya xwe 500-600 metre û bi kûrahiya xwe 150 metre, xizmeta teknîk û armanca xwe nake. Her wiha nexebitandina tesîsa dawerivandinê ya biyolojîk jî ku mesrefek zêde lê hat kirin cihê şaşmayinê ye. Heriya tê derxistin jî li qeraxa golê tê valakirin. Ev, ji ya di binî golê de xirabtir e. Demildest divê ji bo Gola Wanê qanûnek bêçêkirin û bê pêkanîn." 
 
SAZIYÊN ÎMZEKAR
 
Saziyên îmzeya wan li bin vê daxuyaniyê ev in: “Doğa için Sanat Derneği (DİSDER), Van Çevre ve Tarih Eserler Koruma Derneği (ÇEVDER), Halkevleri Ekoloji Grubu, Munzur Çevre Derneği, Muğla Çevre Platformu, Hakkari Cilo Dağcılık ve Doğa Sporları Kulübü, Kazdağları İstanbul Dayanışması, Zilan Ekoloji Platformu, Doğu Anadolu Çevre Platformu, Hakkari Dernekler Federasyonu, Türkçep Batı Karadeniz Çevre Platformu, Toplumsal Ekoloji Grubu, Doğubayazıt İş İnsanları Derneği, İklim Adaleti Komisyonu, Yeşil Yaşam İnisiyatifi, Türkçep Çevre Platformu, Burhaniye Çevre Platformu (BURÇEP), Yeşil Sol İklim Çalışma Grubu, Malatya Çevre Platformu ve Deştin Çevre ve Eğitim ve Dayanışma Platformu”