Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol

img

ŞIRNEX - Li herêma Rîsor a Bestayê ev du sal in bênavber dar tên birîn. Şêniyên herêmê da zanîn ku bi hinceta rêyan heta niha qira daran hatiye anîn û wiha gotin: “Ji bo bêhtir daran bibirin dê rêyên nû çêbikin. Heke wiha bidome dê heta dawiya salê Rîsor mîna çolê bibe.” 

 
Li herêma Besta ya Şirnexê ev 2 salin bi destê cerdevanan û di bin çavderiya leşkeran de dar tên birîn. Heta niha li herêmê bi hezaran darên emrê wan sedsal derbas kiriye hatin birîn û li derveyî bajêr hatin firotin. Li qadên Cinîwer, Xerbîge Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan, Kaniyamir, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serê rû, Tîkera, Qûrteka Pêş û Girê Derîncê yê herêma Bestayê dar tên birîn û talankirina xwezayê bênavber didome. 
 
LI RÎSORÊ QIRA DARAN ANÎN
 
Yek ji van herêmên Bestayê yên dar lê tên birîn jî Rîsor e. Rîsor, navê xwe ji xaka xwe ya sor digire û ji ber birîna daran ev du sal in bênavber didome, texrîbateke mezin di xwezaya wê de çêbûye. Rîsor, qadeke berfireh e û bi darên xwe bala mirov dikişand. Beriya ku qirkirina daran a li Rîsorê dest pê bike, xelkê herêmê di mehên havînê de diçû seyranê û wextê xwe li vir derbas dikirin. Lê belê yek ji herêmên ku bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de birîna daran lê destpêkirî jî Rîsor e. Di nava van du salan de bi sedan darên sedsalî hatin birîn û li her 400 mîtroyan cihekî quleyên leşkerî hatin avakirin. 
 
JI BO BIRÎNA DARAN DÊ RÊYÊN NÛ ÇÊBIKIN
 
Xelkê herêmê da zanîn ku li her devera ku rê lê hatiye çêkirin dar hatine birîn û ji bo ku hîn bêhtir dar werin birîn jî dê rêyên nû bên çêkirin. Welatiyan da zanîn ku bi çêkirina rêyên nû re dê darên temenê wan nîvesir jî dîsa bên birîn. Şêniyên herêmê gotin ku heke birîna daran bi vî awayî berdewam bike, dê heta dawiya salê herêm mîna çolê bibe.