'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'

img

MEREŞ - Serokê Komeleya Çand û Parastina Jiyana Xwezayî ya Nurhakê û Gundên Derdorê Alî Bîdîk diyar kir ku ji bo çêkirina HES'a sêyemîn a li ser Çemê Goksû yê Nurhakê serlêdan hatine kirine û got: "Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin."

Çemê Goksû yê li Taxa Ûmûtlû ya navçeya Nûrhak a Mereşê di nava nahpikên projeyên Santralên Hîdroelektrîkê (HES) de ye. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 10'ê Gulana 2018'an de ji bo li ser çem HES'ê bê çêkirin rapora ÇED'ê ya Şîrketa Nur-en Enerjiyê erê kir. Piştî vê biryara erênî şîrket ji bo çêkirina santrala bi kapasîteya 21, 181 MWm/20,541 MWe dest bi kar kir. Her wiha wezaretê ji bo li ser heman çemî bi kapasîteya 6,892 MWm/6,550 MWe ve HES'eke din bê çêkirin rapora ÇED'ê ya şîrketa Zifana Eneriyê di 10'ê Cotmeha 2021'ê de erê kir. Bi vê biryarê re dê hejmara HES'ên li ser heman çem bibin sisê. 
 
JI BO HES'Ê SÎNORÊN NAVÇEYÊ HATIBÛN GUHERANDIN
 
Welatiyên Nurhakê ku debara wan tenê çandinî û sewalkarî ye û ji ber ku li dijî HES'an û hemû hewldanên ku zirarê didin xwezaya ne, sînorên navçeyê hatibûn guherandin. Zozana Ayranpinar ku li Taxa Ûmûtlû ya navçeya Nurhakê ye, di sala 2019'an de bi navçeya Çaglayancerîtê ve hatibû girêdan. Şaredariya Nurhakê ya CHP'yî dema ku Şaredariya Çaglaancerîtê ya MHP'yî xwest di 29'ê Gulana 2022'yan de mîhrîcanekê li dar bixe, pê hesiya ku Zozana Ayranpinar bi navçeya Çaglayancerîtê ve hatiye girêdan.
 
Serokê Komeleya Çand û Parastina Jiyana Xwezayî ya Nurhakê û Gundên Derdorê Alî Bîdîk anî ziman ku Çemê Goksû di nava nahpikên HES'an de û herêm tevahî jî di nava nahpikên kanên madenan de ye û ew ê têkoşîna hevpar a li dijî HES'an û kanên madenan mezin bikin. Bîdik bi lêv kir ku wan di sala 2012’an de ji bo parastina xwezayê û li dijî talankirinê komele ava kiriye û got: “Me xwest em komeleyekê ava bikin ku li hemberî HES û kanên madenan biêtkoşin. Gelên li herêmê dijîn mirovên xwezahez in. Endamên komeleyê ji welatîyên Nûrhakê, gundên derdorê û welatiyên li Ewropayê dimînin pêk tên."
 
‘ARMANC CUDA YE'
 
Bîdîk destnîşan kir ku şîrketên ku dixwazin li herêmê HES'an ava bikin bi derewan sozan didin û wiha got: "Dema ku li herêmê HES'a ewil hat avakirin, van şîrketan sozên derew dan gelê herêmê. Me ji wan re got, ew derewan dikin, lê ji ber ku em hindik bûn, HES'a ewil hat avakirin. Piştî HES'a yekem li Çemê Goksû hat çêkirin, populasyoneke zindî winda bû. Ava Çemê Goksûyê nikare barê HES'ekê hilgire. Dema ku tê gotin çima hedef tê girtin, em wisa difikirin ku armanc ji HES'ê wêdetir e. Em wisa difikirin ku sedemek vê yekê dîroka wê ye. Goksû ji dîrokê vir ve mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye. Mirov li wir sewalkariyê dikin, lê bi HES'a duyemîn êdî wê ev yek ne pêkan be."
 
SÎNOR
 
Bîdîk bi lêv kir ku wan bihîstiye ku ji bo HES'a sêyemîn jî serlêdan hatiye kirin û ji bo HES'ê sînorên navçeyê hatine guherandin. Bîdik anî ziman ku Ayranpinar bi salan girêdayî Taxa Ûmûtlûyê ya navçeya Nûrhakê bûye û wiha got: “Lê belê di mehên borî de sînorê guherandin. Wê bi navçeya Çaglayancerîtê ve girêdan. Tê xwestin ku li cihê ku sînor hatiye guherandin HES'ê bê avakirin. Ji ber ku gav kana madenê bê çêkirin ji gel dixwazin destûr bê dayîn. Ji ber vê yekê jî li şûna Nûrhakê dê ji Çaglayancerîtê destûr bê xwestin. Em wisa difikirin ku ji ber ku gelê Nûrhakê li dijî madenê ye, tiştekî wiha hatiye kirin."
 
‘GEF LI KEYAYAN TÊ XWARIN'
 
Bîdîk destnîşan kir ku debara welatiyên Nûrhakê sewalkarî û çandinî ye û wiha dewam kir: “Li deştên ku berê bi hezaran sewal lê dihatin xwedîkirin, niha xwedîkirin ji sedî 75 kêm bûye. Sedem maden in. Ji ber hewa û qirêjiya hawirdorê ya ku kanên maddenê xwedîkirina heywanan zehmet e. Li Nûrhakê maden ji bo çend kesan tên pêşkeşkirin. Û welatiyên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin jî tên paşguhkirin.” Bîdîk da zanîn ku keyayên ku li dijî HES'an têdikoşin jî gef li wan tên xwarin û got: “Heta niha gav paşde neavêtine. Ew piştgiriya me dikin û em ê jî tim piştgiriya wan bikin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Bîdîk diyar kir ku niha li bejahiya navçeyê 3 kargehên madenê û kaneke keviran dixebite û got: "Bi siyanurê li zêran digerin. Siyanur axê dikuje. Ger şerê li dijî xwezayê bi ser bikeve, dê ne xwarin, ne ava vexwarinê bimîne. Em li ku dibin bila bibin divê em li dijî talankirina xwezayê bisekinin. Ger em bi hev re li dijî vê talankirinê netêkoşin wê xwezaya me qir bibe. Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin."
 
MA / Emrûllah Acar