Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî

img

ŞIRNEX - Bi hatina biharê re kulîlkên kesk, sor û zer quntara Çiyayê Cûdî xemiland

Li Çiyayê Cûdî ku 32 kîlometre ji navçeya Cizîrê û 17 kîlometre jî ji navenda bajarê Şirnexê dûr e li gel helîna berfê kulîlkên rengên cûr bi cûr mizginiya biharê didin. Her sal li gel demsala biharê kulîlkên ku mizgîniya biharê didin îsal jî li gundê Avgamasya yê li quntara Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ye kulîlkên kesk, sor, zer û xemrî vebûn. Kulîlkên ku bi rengên xwe yên cûr bi cûr balê dikişînin ser xwe, quntara çiyê xemiland.