Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin

img
DÊRSIM - Gundiyên bertek nîşanî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê ku tê xwestin li gundê Sutluce were çêkirin dan, xwestin demildest dev ji projeyê bê berdan. 
 
Bertekên projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê ku tê xwestin li gundê Sutluce were çêkirin didomin. Welatiyên li gundên Tulluk, Verekaj, Axdat, Şagşek, Çinarli, Sûvat û mezrayên girêdayî wan dijîn îro jî li navenda bajêr hatin gelhev û ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan. Di meşê de bi vekirina pankarta “Em naxwazin tu 55 hezar darên me bibirî û dest biavêjî jîngehên me. Em naxwaz in tu jiyana sewalên kovî tune bikî. Em naxwazin li gundên ku em bi sed salan e lê dijîn koç bikin. Heke tu hewl bidî yekê ji van bikî, em dixwazin mafê xwe yê gotin-raye-biryarê bikarbînin û tu îstîfa bikî” îşaretî Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû kirin. Di meşa hin gundî bi cilên meşvaniyê tevlî bûn de dowizên “Heke mafê gotinê yê gel be, gel li vê derê ye” , “Tu dibêjî çend kes in gundiyên Sutluceyê li vir in, sindoqê deyne û ji biryara ku derkeve re rêz bigire” hatin hilgirtin. 
 
‘HÛN ÇI JI 55 HEZAR DARAN DIXWAZIN’
 
Yilmaz Çelîk ê piştî meşê li pêş avahiya şaredariyê axivî. Çelîk, da zanîn ku ji bo tesîsa li herêmê were çêkirin wê 55 hezar dar bên birîn û destnîşan kir ku naxwazin xweza were talankirin û vegerînin sergoyê. Çelîk, banga “Pişta gel û xwezayê bin” kir û wiha got: “Em naxwazin ji gundên xwe yên sed salan e lê dijîn koç bikin. We di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de gotibû ‘em ê bajêr bi meclîsan bi rê ve bibin’ soza xwe bigirin. Projeya çop, bînin Meclîsa Gel a Sutluceyê. We dîsa gotibû talankirina xwezayê sûc e. Gelo hûn çi ji 55 hezar daran dixwazin, hûn bi birîna daran dixwazin sûc bikin? Gelê Sutluce hem naxwaze hûn sûc bikin hem jî dixwaze daristanê biparêze. Hêj nebûyî dereng guh bidin dengê gel.”