Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê

img
SÊRT - Piştî Şûraya Dewletê projeya HES'ê ya tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin betal kir, Meclîsa Giştî ya Bajêr vê carê plana îmarê guherand û careke din rê li ber talankirina xwezayê vekir. 
 
Li gundê Şavûran ê navçeya Dihê ya Sêrtê, li ser Çemê Zoravayê di sala 2015'an de Santrala Hîdroelektrîkê (HES) hatibû çêkirin. Niha jî tê xwestin nêzî vê santralê yeke din bê çêkirin. Lê belê gundî serî li Dadgeha Îdareyê dabûn ji bo betalkirina wê. Lê dadgehê daxwaza girtiyan red kiribû. Ji ber vê gundiyan serî li Şûraya Dewletê dabû û şûrayê jî di 2'yê Kanûna 2020'î de biryara dadgehê xera kiribû. Piştî vê biryarê danişîna dosyeyê di 13'ê Tîrmehê de cardin li Dadgeha Îdare ya Sêrtê hatibû lidarxistin û dadgehê li gor biryara şûrayê tevgeriyabû û biryar dabû ku rapora ÇED'ê ya projeyê bê betalkirin. 
 
Lê belê Meclîsa Giştî ya Sêrtê vê carê plana îmarê guherand, ji bo HES bê çêkirin. Di meclîsê de hejmara endamên HDP 3 û yên AKP'ê jî 15 ne û biryara guheradina plana îmarê bi rayên AKP'ê hat qebûlkirin. Piştî vê Midûriyeta Îmarê ya Îdareya Taybet a Sêrtê di 10'ê Tebaxê de ev biryar da rawestandin. Dema rawestandina biryarê heya 10'ê Îlonê ye. Dê îtirazên heya vê demê bên kirin ji aliyê Meclîsa Giştî ya Sêrtê ve bên nirxandin. Heger îtiraz bên redkirin, dê biryara meclîsê di 10'ê Îlonê de berpêşî Waliyê Sêrtê bê kirin. 
 
TALANKIRINA XWEZAYÊ
 
Endama HDP'î yê Meclîsa Şaredariya Sêrtê ku ji peywirê hat girtin Cemîle Altan, diyar kir ku endamên AKP'î yên meclîsê di talankirina xwezayê de israr dikin û heger HES bê çêkirin, dê talankirineke mezin rû bide. Altan, destnîşan kir ku xwezaya bajêr qurbanî bendav û HES'an tên kirin û li dijî rantê û texrîbkirina xwezayê îşaet bi têkoşînê kir. 
 
MA / Fethî Balaman