MÊRSÎN - Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, li dijî krîza avhewayê bal kişand ser têkoşînê û got: "Talûke êdî ne li ber derî ye, ketiye nava malê."
Şewatên daristanan ên li herêma Ege û Behra Spî di 28'ê Tîrmehê de destpêkirin, bi hezaran hektar kirin xwelî. Li gor Pergala Agahiyên Şewatên Daristanan a Ewropayê; li Tirkiyeyê di navbera 2008-2020'î de her sal qadeke nêzî 20 hezar û 760 hektar dişewite û ev miqdar di 8 mehên dawî de ji sedî 755 zêde bûye.
POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ
Seroka Komeleya Hawirdor û Xwezayê ya Mêrsînê (MERÇED) Sabahat Aslan, anî ziman ku hêleke Tirkiyeyê bi şewatên daristanan hêleke wê ya din jî bi lehiyan diperpite û sedema herî mezin a van karesatan krîza avhewayê ye. Aslan, diyar kir ku bi salan e hem bang li cîhanê hem jî îqtidarê dikin. Aslan, diyar kir ku pêkanînê kapîtalîzmê yên li mirovan ferz kirine bûne sedema krîza avhewayê û ji ber polîtîkayên şaş li gelek deveran karesatên ku êdî vegera wan tune ye çêdibin.
GUHERÎNA AVHEWAYÊ
Aslan, destnîşan kir ku krîza avhewayê êdî bûye cihê pirsgirêkeke pir mezin di warê jiyana mirovan û parastina wê de û li dijî şewatên daristanan tekane çare têkoşîna li dijî guherîna avhewayê ye. Aslan, bilêv kir ku yek ji faktorên girîng ê krîza avhewayê fosîl bênavber tên şewitandin û got: "Em avhewayê diguherînin, lê wekî ku krîz qet tune be em jiyana xwe didomînin. Her kes wesayîtan bi akr tîne. Li nav daristanan otêl, sîte û cihên betlaneyyê tên çêkirin. Li Ege û Behra Spî jî heman tişt heye. Li hemû deverên daristanan jîngeh hatine çêkirin û ev jî sedemeke vê ye."
BANDORA MIROVAN
Aslan, anî ziman ku di şewatên mirovan de hrî zêde tiliya mirovan heye û bal kişand ser polîtîkayên turîzmê û biryarên şaş ên îmarê. Aslan, destnîşan kir ku cîhan hemû divê li dijî krîza avhewayê bitêkoşe. Aslan, destnîşan kir ku li dijî krîza avhewayê û ji bo siberojeke baş ji zarokan re bimîne, pêdivî bi veguherînên adil û siyaseta edaleta avhewayê heye.
HIŞKESALÎ Û KRÎZA AVÊ
Aslan, da zanîn ku herêma Rojhilatê Behra Spî bi hişkesaliyek mezin re rû bi rû ye û di 5-10 salên bê de dê krîzeke avê ya cidî rû bide. Aslan got: "Talûke êdî ne li ber derî ye, ketiya nav malê." Aslan, destnîşan kir ku di warê çandinî, hilberîn û zexîre de talûkeyeke mezin li benda herêmê ye û got: "Taybetiya mîkro klîmaya cîhanê guherî. Her wiha taybetmendiyên bakteriyan jî guherîn. Yanî heger mirov tevdîrine cidî negirin, dikarim bibêjim em nêzî pirsgirêkan dibin. Demildest divê dev ji van polîtîkayên şaş bên berdan ku dawî li xweza û mirovahiyê tînin."
JI BO RANTÊ RANT
Aslan, bilêv kir ku ji ber polîtîkayên rantê yên îqtidarê daristan bi awayekî hovane tên qetilkirin û deverên avî yên divê bên parastin jî ji bo rantê tên tunekirin. Aslan, destnîşan kir ku şewatên daristanan li her deverên cîhanê çêdibin, lê belê di demeke kurt de tên tefandin û got: "Lê mixabin li welatê me di warê teknîkî de û di warê amûrên pêşîlêgirtina êgir de kêmasiyên mezin hene. Ji ber polîtîkayên rantê û ji ber ku welat bi feraseteke giştî nayên birêvebirin, fatûreya van şaşiyan li gel tê barkirin. Ji ber bêkêriya hikûmeyê, em hem nikarin pêşî li ber şewatan bigirin em jî em nikarin daristanan biparêzin. Êdî divê mirov ji bo jiyanê xwedî helwest bin û em mecbûr in bi hev re li dijî vê krîzê bitêkoşin."
MA / Esra Solîn Dal