DEDEF: Mûnzûr tê qirêjkirin, divê tevdîr bên girtin

img

DERSIM - Serokê DEDEF'ê Alî Haydar Ben, anî ziman ku ji ber ku pergala binerdê tune ye bermayiyên kargehên li Geliyê Mûnzûrê dikevin Çemê Mûnzûrê û xwest rayedar rojek berî rojekê tevdîran bigirin. 

 
Bermayiyên kargehên xisûsî yên li Geliyê Mûnzûrê Çemê Mûnzûrê qirêjî dikin. Li gor qeydên odeya Esnaf û Sinhetkaran a Dersimê li qerexa Çemê Mûnzûrê 15 kargehên cuda xuyya dikin, lê belê tevî yên qaçax hejmara van kargehan li dor 100'î ye. Her diçe hejmara kargehan zêde dibe. Lê ji ber ku pergala binerdî tune yye, bermayiyên van kargehan rasterast diherikin Çemê Mûnzûrê û rayedar ji bo vê tu tiştî nakin.
 
Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Haydar Ben, derbarê vê yekê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Ben, destnîşan kir ku berpirsiyarê vê qirêjiyê Îdareya Taybet a Bajêr a Tûnceliyê ye, ji lew re ji ber ku îdareyê derbarê çêkirina avahiyan de tu pîvan danenîne, her diçe ev qirêjî zêde dibe. 
 
Ben, da zanîn ku Komeleya Çand û Xwezayê ya Dersimê ya di bin banê federasyona wan de ji ber vê yekê, di 25'ê Hezîranê de ji bo parastina Mûnzûr û Geliyê Pulumurê daxwazname daye Îdareya Taybet a Bajêr û di 2'yê Tîrmehê de bersiva hatiye ku ev pirsgirêk ragihandine Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr. 
 
TEVDÎR
 
Ben, parast ku li geliyê tenê ne av, hemû xweza tê qirêjkirin û got: "Em li geliyê bi çêkirina avahiyan re rû bi rû ne. Mirov dixwazin pîknîkê bikin, lê divê ev li gor hin pîvanan bê kirin. Ji bo vê jî divê saziya karbidest hin pîvanan deyne. Ji lew re kargehên li geliyê hêla herikîna avê jî xera dikin û bi kemçean di nav avê de hawizên avjeniyê çêdikin. Ev ne rast e. Demildest divê rayedar tevdîrina bigirin. Em nabêjin bila mirov avjeniyê nekin, pîknîkê nekin û rûnenên. Lê divê ev bi awayekî plankirî bên kirin, yan na dê xweza texrîb bibe û dê gelî ziwa bibe." 
 
BANG LI ŞÊNIYÊN BAJÊR KIR 
 
Ben, ji bo li geliyên Mûnzûr û Pulumurê hema wisa serobero kargeh neyên vekirin û av û derdor neyên qirêjkirin bang li gelê Dersimê kir û got: "Em ji bo vê hesas bin û bertekên xwe bînin zimên."