Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn

img

MEREŞ - Mûstafa Canci, anî ziman ku kana keviran ku 20 sal in li gundê Şivon ê Bazarcixê dixebite, çandinî û sewalvanî nehiştiye û got: "20 sal in em di vê dojehê de ne." 

Li gundê Şivon ê navçeya Bazarcix a Mereşê, kana keviran ku 20 sal berê hatiye çêkirin û dixebite, li herêmê çandinî û sewalvanî nehiştiyye. Ji ber dînamîtên li qada kanê tên teqandin xaniyyên gund texrîb bûne û toza wê bandoreke pir nebaş li sewalvanî û çandiniyê dike. Şêniyên taxê behsa texrîbatên kana keviran a Şîrketa Ekşîlerê kirin. 
 
JEHRÊ BELAV DIKE
 
Mûstafa Canci (39) anî ziman ku berî kana kevirê jiyana li gund jiyaneke zînde bûye û gundî debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê dikirin, lê piştî kana keviran hatiye çêkirin sewalvanî û çandinî pir kêm bûye. Canci, da zanîn ku heya 10 sal berê jî li her malê herî kêm 150 pez hebûne û got: "Lê niha tenê çend malbat sewalvaniyê dikin. Ji lew re kana keviran jehrê belav dike. Berê jiyanek me ya pir xweş hebû. Heywanên me nedimirin, zadê me baş bû. Lê niha her hefte herî kêm heywanek me dimire. Em jî bi jehrê dikevin. Em nikarin derî û paceyên xwe vekin. Gava em vedikin ew jehr tê dikeve nav mala me. Ev toz xwe li her tiştê li malê digire. AŞkere dibêjin dev ji her tiştê xwe berdin û herin. Yanî dixwazin em xwe radestî kana keviran bikin." 
 
20 SAL IN DI DOJEHÊ DE NE 
 
Canci, bal kişand ser texrîbata ji ber teqandina dînamîtên kana keviran jî û anî ziman ku di her teqînê de wekî erdej çêbûbe her der diheje. Canci, diyar kir ku ji ber dînamîtan derz li xaniyên wan ketine. Her wiha Canci, da zanîn ku gundên li derdorê jî tesîrê ji toz û dînamîtên kana keviran digirin û got: "Her cara ku dînamît tê teqandin, toz di nav saetekê de li her derê belav dibe. Darên me dişikên. Heger ev kevir li serê hin kesan bikevin, dê kî hesab bide? Ma illem gere hin kes bimirin? Em dixwazin berî ku mirin çêbibe, ev mesele bê helkirin. 20 sal in em di dojehê de ne." 
 
MUXATAB TUNE NE 
 
Mehmet Atmalioglû (66) jî anî ziman ku ji ber texrîbata kana keviran gelek kes ji bêgavî koç kirine û ji ber toza kana keviran çavkaniyên wan ên debarê nemane. Atmalioglû got: "Ji xeynî tozê tiştek tune ye. Me malê me ne xaniyyên me ne jî tenduristiya me ma. Ba tozê li her derî belav dike. Salê herî kêm 100 heywanên me dimirin. Heywan li çiyê diçêrin. Lê heger li çiyê toz û dûman hebe, heywan jehrî dibin. Hevjîna min nexweş e, ji ber vê tozê nikare îdare bike. Ji ber tozê nikare derkeve ber derî. Li gund gelek kes ji ber vê nexweş ketine. Muxatab tune ne ku em gilî bikin." 
 
Meyrem Canci (57) jî anî ziman ku ji ber dînamîtan derz li xaniyên wan ketine û got: "Toza kana keviran hemû bi ser me de tê. Astim jî bi min re heye. Ji ber tozê xirabtir dibim. Em tim dikuxin ji ber tozê. Dereke saxlem ê xaniyê me nemaye. Bila çareyekê bibînin." 
 
MA / Bariş Polat