Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin

img
ŞIRNEX – Miduriyeta Daristanê ya Şirnexê, ji kok ve birîna darên li Çiyayê Cûdî bi bi ‘kezaxtinê’ parast.  
 
MiduriyetaDaristanê ya Şirnexê, ji ber bertekên li dijî ji kok ve birîna darên li Çiyayê Cûdî neçar ma ku daxuyanî bide. Miduriyetê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Lê balkêş e daxuyaniya miduriyetê li ser hesabê Walîtiya Şirnexê hat weşandin. 
 
PIŞTî 2 SALAN DAXUYANÎ
 
Li herêmê 2 sal in dar tên birîn û miduriyet cara yekemîn e têkildarî mijarê daxuyanî dide. Miduriyetê, di daxuyaniya xwe de angaşt kir ku dar ji bo kanên medenan nayên birîn û ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parast û got ku di çarçoveya planekê de ev kezaxtin tê kirin. 
 
POJEYA EWLEHIYÊ!
 
Di berdewama daxuyaniyê de miduriyet li xwe mikûr hat ku ev “kezaxtin” di çarçoveya Projeya Ewlehiyê ya Çiyayê Cûdî de tê kirin.