Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye

img
WAN - Ji ber hişkesaliyê ava Bendava Zernekê kêm bû. Serokê ÇEV-DER’ê yê Wanê Alî Kalçik derbarê mijarê de got: “Li erdnîgariyeke ku ava wê zêde ye, îro pirsgirêka avê heye" 
 
Li Bendava Zernek a li ser Çemê Xoşavê yê li navçeya Payîzava ya Wanê di salên dawî de nezleya avê gihişt asta herî jêr. Tê diyarkirin ku bendava xwedî hecma 2 milyon û 100 hezar metrekup e, nesleya mîqtara avê ji sê paran du par kêm bûye. Sedemê kêmbûna ava bendavê hişkesalî ye. Bendava ku bireha wê kêm bûye, her diçe dimiçiqe. Serokê Komeleya Hawîrdorê (ÇEV-DER) yê Wanê Alî Kalçik, diyar kir ku di dema av zêde bibe de, bereha avê ketiye û ava Bendava Zernekê ji sê paran du par kêm bûye. Kalçik, destnîşan kir di encama polîtîkayên xelet de ev rewş derketiye holê û wiha got: “Hişkesalî vegeriye pirsgirêkeke cidî. Di dema ku berf dihele û baran dibarin de hewceye ku nesleya avê bilind bûbûya. Lê mixabin niha qadeke mezin hişk bûye. Ji ber germbûna kurewî, hişkesaliyeke cidî heye. Hişkesalî êdî dibe felaketa cîhanê. Pirsgirêka herî mezin a cîhanê germbûna kurewî, pirsgirêkên derdorê û xerabûna hevsengiya ekolojîk e. Cihê ku av lê diqede jiyan jî diqede.”
 
QEYRANA AVHEWA HEYE
 
Kalçik, anî ziman ku di erdnîgariyeke ku ji aliyê avê ve dewlemend de îro pirsgirêka avê heye û xwest ku di vê mijarê de herkes hesas be. Kalçik, xwest ku dest ji polîtîkayên çandiyê yên xelet û ji HES’an bê berdan û wiha axivî: “Ev rewş ji polîtîkayên çandiniyê û avdana xelet û qeyrana avhewayê derdikeve holê. Ev rewş ji bo zîndewaran felakete. Êdî em ne dewlemend, feqîrê avê ne. Dema polîtîka bên hilberandin divê li gor vê were tevgerîn. Divê em ji enerjiyeke were nûkirin sûdê bigirin. Divê em bi polîtîkayên avê yên rast berê xwe bidin jiyaneke rast. Heta ku em cîhaneke demokratîk û ekolojîk ne afirînin wê ev qeyran bidomin.”