Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan

img
WAN – Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê, leşker û cerdevanan gule li kesên ku li dijî kana mermer derketin reşandin. Leşker û cerdevanan4 gundiyan jî binçav kirin. 
 
Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo ku li qadeke berfireh kana mermer bê vekirin îhale hat kirin. Duh êvarê rayedarên firmaya mutehît, leşker û cerdevan bi makîneyên kar re çûn gund û 40 axurên li qada ku dê kan bê vekirin hilweşandin. Ji ber vê gundî li hev kom bûn û bertek nîşanî hilweşandinê dan. Gundiyan gotin ku wê destûr nedin vekirina kana mermer û meş li dar xistin. Leşker û cerdevanan ji bo belavbûna gundiya gule di ser wan de reşandin. 
 
‘GULE LI ME REŞANDIN’
 
Gundiyekî ku nexwest navê wî bê nivîsandin derbarê mijarê de ev agahî dan: “Ji 3 sal berê ve tê xwestin ku li gundê me kana mermer bê vekirin. Duh firmaya mutehît bi leşker û cerdevanan re hat gund û bi makîneyan axurên me hilweşandin. Me vê şermezar kir. Mudaxaleyî me kirin û bi sedan gule li me reşandin. Di van kêliyan de 4 gundî jî binçav kirin û pişt re berdan. Em naxwazin li gundê me kana mermer bê vekirin. Heke kan bê vekirin êm êdî nikarin li vir bijîn. Ji me re gotin, ‘Ev der malê xizîneyê ye û wê teqez kan bê vekirin’. Em destûr nedin vê.”
 
Piştî şermezarkirinê rayedarên fîrmayê, leşker û cerdevan ji gund veqetiyan.