Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye

img
 
DERSIM - Li Çiyayê Sûltan Baba yê li navçeya Pulura Dersimê guldexwînan reng dane xwezayê.
  
Li Çiyayê Sûltan Baba yê li gundê Agdat a bi ser navçeya Pulura Dersimê berf heliya, biharê dest pê kir û guldexwîn lê vebûne. Ev guldexwîn rengek xweşik li xwezayê zêde kirine û xemla biharê nîşan dide. Ev guldexwîn di navbera 14 û 20 rojan de xemla xwe nîşan didin û pişt re diçilmisin. Xelk herêmê piştî rêwitiyek dirêj digihîje cihê guldexwîn lê şîn bûne û diçin vê xemla biharê dibînin û kêfxweşiya xwe didin nîşandan. 
 
MA / Ayşe Surme