Li Mêrsînê daristan tên talankirin

img

MÊRSÎN - Li navçeya Yenîşehîrê di bin navê "projeya nûkirinê" de dar tên birîn. Hevberdevkê Ekolojiyê yê HDP'a Mêrsînê Îhsan Derînoz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku qada daristanî pişika bajêr e. 

Midûriyeta Daristanê ya Mêrsînê, li Taxa Emîrler a navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê di bin navê "projeya nûkirinê" de daran dibire. Dê di çarçoveya projeyê de 20 hezar dar bên birîn. Li herêmê di 2 mehan de 5 hezar dar hatine birîn. 
 
Hevberdevkê Ekolojiyê yê HDP'a Mêrsînê Îhsan Derînoz, destnîşan kir ku divê gelê herêmê xwedî li daristanê derkeve û got: "Pişika bajêr tê tunekirin." 
 
EYNÎ WEKÎ ÎKÎZDEREYÊ 
 
Derînoz, bilêv kir ku îqtidara AKP'ê bi polîtîkayeke dijminatiyê bi ser xwezayê de diçe û bi vê polîtîkayên li çar hawidorê welêt dar tên qirkirin. Derînoz, devera ku niha dar lê tên birîn bi qasî 7 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye û di bin navê "nûkirinê" de darên 10 salî tên birîn. Derînoz got: "Darên nû û teze tên birîn. Li vir bi awayekî fermî, xweza tê qirkirin. Tiştên li Îkîzdereyê diqewimin, li Mêrsînê jî diqewimin." 
 
MA EV NÛKIRIN E? 
 
Derînoz, destnîşan kir ku ji bo kanên keviran, li gelek gundên bajêr dar tên birîn û got: "Qaşo li vir darên temenmezin tên birîn û dê li şûna wan darine din bên çandin. Lê a tê kirin, talankirina daristanê ye. Ma nûkirin bi vî awayî ye? Niha li vê qada 300 metreyî ku em lê ne hemû dar hatine birîn. Navê vê ne nûkirin e, tunekirina daran e." 
 
XETERE Û HEZAZ 
 
Derînoz, bilêv kir ku devera ku dar lê tên birîn pişika bajêr e û got: "Li vî bajarî 2 milyon mirov hene. Devereke ku oksîjenê çêdike tê tunekirin. Ev der, devereke bi kend û kosp e. Xetereya hezazê heye. Gava dar hemû bên birîn, dê bajêr bi hezazê re rû bi rû bimîne. Dê hezaza ku li Behra Reş çêbû, li vir jî çêbibe. Lewma divê pêşî li ber vê bê girtin." 
 
Derînoz, destnîşan kir ku a tê kirin bêhiqûqîtî ye û got: "Divê em pêşî li ber vê bêhiqûqîtiyê bigirin. Dê berxwedana me dewam bike. Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin. Pişika me tê tunekirin. Em bang li hemû Mêrsîniyan dikin bila bên vira." 
 
Derînoz, destnîşan kir ku îhtimal e ku piştî birîna daran li vê herêmê avahî bên çêkirin û got: "Qad bi temamî hatiye vekirin. Gelo qey planeke wan a ji bo avahiyan heye? Tu bikî nekî ev pir tê bîra mirov. Nêzî devera ku dar tên birîn darên fêkiyan ên gundiyan hene." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç