Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman

img
RIHA - Hîndekarê Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Ali Riza Ozturkmen, anî ziman ku hişkesaliyê carek din qîmeta av û axê nîşanî wan da û wiha got: “Di şertên ku avhewa tê guhertin de divê teqez berhemên alternatif li Rihayê bên çandin. Sala par barîna baranê 840 mîlîmetre bû, îsal barîna baranê daket 235 mîlîmetreyan." 
 
Hişkesaliya îsal bandorek mezin li ser çandinî û çotkariyê kir. Ji ber hişkesaliyê çotkar û rençberan îsal gelek zerar dît û bi qasî dixwestin berhem ji axê kom nekirin. Têkildarî hişkesaliyê Hîndekarê Fakulteya  Çandineyê ya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Ali Riza Ozturkmen, anî ziman ku sala par li Rihayê barina baranê 840 mîlîmetre bû û îsal barîna baranê daketiye 235 mîlîmetreyî. Di sala 1993'an de, di konferansa Rio de hat diyar kirin ku di sala 2040’an de Tirkiye jî di navde dê gelek welat bibin çol.  Sibê dusib çi bibe em baş nizanin. Ji ber vê yekê divê em baş qimeta ax û avê zanibin. Mirov dikare dest ji her tiştî berde, lê nikare dest ji zexîre, çandinî û çotkariyê berde." 
 
Ozturkmen, anî ziman ku li Tirkiye salê 12 milyon metrekup baran dibare û wiha axivî: "Bi baranê re hinek dikeve naa axê, hinek diherike çem, gol û deryayê. Hinek jî difire hewayê. Ku ev hevsengî xera dibe hişkesalî dest pê dike." 
 
Ozturkmen, bal kişand ser rewşa rençberên Rihayê u wiha got: "Rençberên Rihayê bi talûkeyek pir mezin re rû bi rû ne. Li gelek heviyan êdî çandinî nayê kirin. Nikarin berhemên xwe ber bisalê bixin. Hilberîn dê pir dakeve."  
 
MA / Lezgîn Tekay