Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin

img

MÊRSÎN - Endezyarê Hawirdorê Cîhan Ersoy, destnîşan kir ku beriya çêkirina kanên keviran tu xebateke zanistî nayê kirin û kanên nêzî jîngehan tên çêkirin, dibin sedema nexweşînên cidî. 

Tê xwestin li taxa Berkiralani, Gozne, Sogûcak û Ayvagedîgiyê yên navçeya Toroslarê kanên keviran bên çêkirin. bertekên li dijî van kanan didomin. Dê diyarkirin ku dê kanên keviran ên tê xwestin li devereke 15-30 kîlometre dûrî taxan bên çêkirin, dê sewalvaniyê ji binî ve biqedînın. 
 
Endezyarê Hawirdorê Cîhan Ersoy, destnîşan kir ku mudaxileyên bi vî rengî zirarê didin xwezayê, lê belê ya girîng telafîkirina vê heye tune ye. Peravên Behra Spî û Egeyê ji ferşên telpikî pêk tên û her wiha zîncîreya çiyayên Torosê gelekî kromê di xwe de dihewîne. Ersoy, bilêv kir ku kanên keviran gefê li çavkaniyên avê yên binerdî û sererdî jî dikin û li cihên ku kan lê tên çêkirin jî karbondîoksîta li hewayê ji hêla nebatan ve tê hilmijandin û kêm jê dibe oksîjen. 
 
XEBATÊN ZANISTÎ NAYÊN KIRIN 
 
Gava kanên keviran tên çêkirin, xebateke zanistî nayê kirin ku dê zirareke çawa bidin candar û nebatên endemîk ên li wê derê û got: "Li welatê me gelek ferşikên ku em sûdê ji wan bigirin hene. Lê tu rabî van kanan li orta jîngehan çêbikî, ev ê bibe sedema tiştekî ji qetilkirina xwezayê wêdetir. Her wiha li nêzî jîngehan çêkirina kanên keviran dê di warê tenduristiyê de zirareke mezin bide mirovan. Nexasim jî dê bibe sedema nexweşînên hilmijînê." 
 
Ê SEWALVANÎ NEMÎNE 
 
Li Taxa Kerîmler a navçeya Toroslarê Adem Gunduz (60) ku ji teknîkeriya beytariyê teqawid bûye, naxwaze kanên keviran bên çêkirin. Gunduz, anî ziman ku 35 sal in li Mêrsînê dijî û bi çavê xwe bûye zirara ku kanên keviran didin derdrê. Gunduz, diyar kir ku ji ber toza kanên keviran bax û baxçeyên li derdorê hişk dibin û got: "Şêniyên vê herêmê bipiranî Yoruk in. Ew jî debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Toza kanan ser mêrgan û gihayan dinixumîne. Kanên bên çêkirin ê bandoreke nebaş li jiyana yorukan bikin. Ez welatiyekî vê herêmê, qethiyen naxwazim kanên keviran bên çêkirin." 
 
MA / Omer Akin