Berfînan kulîlk vekir

img

COLEMÊRG – Li Geverê berfînên mizgîna biharê kulîlk vekirin. Bi vekirina kulîlkên berfînan re li peşa çiyayê Cîlo dîmenên gelek xweş derketin holê. 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku zivisan lê gelek zehmet derbas dibe, berfînên mizgîna biharê û pîvokan kulîlk vekirin. Berfîn û pîvokên ku li gundê Xalanê kulîlk vekirine li pêş çiyayê Cîlo ku hê jî ber lê heye dîmenek gelek xweş raxist ber çavan.