Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!

img

RIHA - Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê bêyî ku bê temamkirin hatibû destpêkirin. Ji ber vê erdên Pirsûsê bûne vilcoq û mane. Cotkarên ku berê ji ber ziwabûnê bi gilî û gazinc bûn, niha jî ji ber vê projeyê mizgefteke ku lê nimêj bikin û devereke ku miriyên xwe lê veşêrin bi dest wan nakeve. 

 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, di 29'ê adara 2014'an de beriya hilbijartina herêmî, ji bo propagandaya hilbijartinê zûzûka Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê dabû destpêkirin û bêyî ku bê temamkirin dabû xebitandin. Ji ber vê gelek gund di bin avê de mabûn. Niha jî ji ber ku cihokên ji bo tehliyekirina avê tune ne û borî tim diteqin, gundî nikarin çandiniyê bikin. Hin gundên ji ber ava vê projeyê zirar gihaye wan ev in:Tileynter, Eskice, Midêbê Biçûk, Midêbê Mezin, Mizar, Kurê Musa, Qirika, Tionek, Kovali, Kubika, Mezrika Hecî Ahmet, Xerabsor, Hêcek, Zaret û Mele Hemeze.
 
‘ÊDÎ EM NIKARIN XWARINÊ BIXWIN' 
 
Fevzî Bînîcî ku mala wî li gundê Midêbê Mezin e û erdê wî di bin avê de maye got: "Piştî vê pompajê erdên me di bin avê de man. Hatin çav bi halê erdê me ketin. Gotin, 'em ê cihoka tehliyeyê çêbikin.' Lê kes nehat. Gund di nav avê de maye. Zarokên me hemû bi sitmayê ketin. Ava me ya vexwarinê tune ye. DSÎ'yê sondajek çêkir. Lê tevî vê ava pîs bû. Em ji mecbûrî vedixwin. Li gund her kes nexweş dikeve. Havînê em ji be rmêşan îdare nakin. Em nikarin xwarinê bixwin." 
 
‘JI SEDÎ 90'Ê GUND KOÇ KIR 
 
Bînîcî, da zanîn ku ji ber ku bêyî ku Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê bê temamkirin hatiye şixulandin, ji sedî 90'ê gundiyên wan koç kirine û niha li gund tenê 10 mal mane. Bînîcî got: "Ji ber vê avê ne erd ma ne jî tiştekî din. Mirov koç dikin. Li vir 600 donim erdê min heye. Hemû di bin avê de maye. Berê ev der erd bû. Me pembû, garis û ceh datanî. Niha em nikarin. Parlementerên AKP'î hatin, gotin 'Em ê wiha bikin, wiha bikin' filan û bêvan. Lê çûn, hew hatin. Soz dan, lê bi cî  neanîn." 
 
‘EM LI KU NIMÊJ BIKIN' 
 
Bînîcî, destnîşan kir ku piştî ku mizgefta wan jî di bin avê de maye, mele jî terka gund kiriye û got: "Meha Remezanê tê. Em ê di Remezanê de li ku nimêj bikin? Mizgeft di bin avê de maye. Em li malê bi cemaet nimêj dikin." 
 
Her wiha Bînîcî, diyar kir ku goristan jî di bn avê de maye û got: "Gava miriyek me çêbibe, an em dibin Pirsûsê an jî dibin li serê girekî vedişêrin. Bila dengê me bibihîsin." 
 
‘BILA RAYEDAR WERIN' 
 
Bînîcî ku got "li kîjan welatî rezaletiyek werê heye?" got: "Berê erdên me hebûn, diçand. Niha ji bo xebarê em diçin cihine din. Lê ji ber ku pandemî heye, em nikarin biçin. Em ê çi bikin? Kes xwedî li me dernakeve." Bînîcî bang li rayedaran kir û got: "Tavilê bila bên vir. Bila cihokekê çêbikin. Ava me ya evxwarinê tune ye. Gava wextê hilbijartinê tê, tên raya dixwazin. Soz li ser sozê didin. Lê piştî hilbijartinê, sozên xwe ji bîr dikin." 
 
DARÊN XWE YÊN FISTEQAN RAKIRIN
 
Ayaf Çakir jî ku ji gundê Midêbê Mezin e, anî ziman ku ji roja ku av hatiye gundê wan heya niha di warê aborî û tenduristiyê de perîşan bûne. Çakir, bilêv kir ku nikarin erdên xwe bajon û got: "65 donim erdê min heye. Û hezar û 200 darên min ên fisteqan hene. Ji mecbûrî min darên xwe rakirin. Çimkî hişk bûn. Darên 37 salî bûn." Çakir, diyar kir ku nikarin erdên xwe bajon, lê belê fatûreyên avê ji wan re tên û got: "Em erd najon, lê heqê avê ji me dixwazin." 
 
Çakir, bilêv kir ku rayedarên şaredariyê heftê carekê tên gund derman dikin û got: "Lê heftê carekê têr nake. Piştî diçin gund dibe wek berê. Cardin mêş zêde dibin." 
 
‘NIKARIM ÇANDINIYÊ BIKIM' 
 
Omer Yagmûrlûyê li mezrika Imêrk a gundê Xindirxezê dimîne got: "Gava baran tê mal di bin avêd e dimînin. Xaliyên me di nav avê de dimînin. Ne tenê ez, li vî gundî tu kes nikare çandiniyê bike. Nîviyê gund genim diçand. Lê niha nikarin biçînin." 
 
Yagmûrlû, destnîşan kir ku ji ber ku nikarin çandiniyê bikin, nikarin debara xwe jî bikin û got: "Em ê çawa debara xwe bikin? Tu dahatek me tune ye. Gundî perîşan bûne. Dahata min a mehane ne 100 lîre ye jî, ez jî nizanim ez çawa dijîm." 
 
Yagmûrlû destnîşan kir ku dixwazin ji gund derkevin û got: "Heger îmkan hebûna em ê derketana. An em ê biçûna deverek çiyê an jî bajêr. Lê îmkanên gundiyan tune ne. Kes nikare mehê 100 lîre kirê bide." 
 
MA / Lezgîn Tekay