Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe

img
DERSIM – Welatiyên ku bertek nîşanî bendava ku tê plankirin li gundê Segedîk ê navçeya Xozatê bê çêkirin dan, diyar kir ku li dijî texrîbata xwezayê ne û xwestin projeya ku wê çandinî û sewalkariyê biqedînin bê rawestandin. 
 
Îhaleya Projeya Bendava Cevîzlî Dere ku tê plankirin bê çêkirin û gundê Segedîk ê navçeya Xozatê ya Dersimê di bin avê de bihêle, di 9’ê sibatê de ji aliyê Serokatiya Daîreya HES’ê û Miduriyeta Giştî ya Bendavan a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve hat kirin. Îhaleya ku 55 fîrma tevlî bûn de nehatiye aşkerakirin ku kîjan ji wan îhaleyê girtî ye. Gundiyên gundên derdero bendava ku tê plankirin bê çêkirin debara xwe bi çandînî û sewalkariyê dikin û ji ber vê bi fikar in. 
 
SERWETA BENDAVÊ 200 MILYON E
 
Projeya ku wê gundê Segedîk bi tevahiya di bin avê de bihêle serweta wê 200 milyon TL e. Bi temambûna bendavê re wê erdên çandiniyê yên gundê Peyîk jî di bin avê de bimînin. Dîsa li gundê Segedîk goristanên kevir ên ji serdema neolîtîk mane jî di bin avê de dimînin. Li gund şapela xwedî dîroka hezar û 600 salî jî di bin avê de dimîne. Gundiyên ku li dijî çêkirina bendavê ne daxwaz dikin ku projeya bendavê bê betalkirin. 
 
 ÇAVKANIYA DEBARÊ
 
Nafiye Arslan ku 22 sal in li gundê Kalecîkê dijî, diyar kir ku debara xwe bi sewalkariyê dikin û naxwazin ku bendava jiyana wan bike zehmetiyê bê çêkirin û wiha got: “Heke gundê me di bin bendavê de bimîne em ê ji vî emrî şûn ve di ku de biçin.  Em li dijî projeyê ne. Zarokên min biçûk bûn li vir mezin bûn û zewicîn. Gundê me çavkaniya debara me ye. Çima gundê me di bin avê de bimîne. Em li dijî vê ne. Em dest bidin hev û destûr nedin vê projeyê.” 
 
JIYANA EKOLOJÎK 
 
Nerîman Varol ku li Stenbolê dijî û havînan tê gund jî bal kişand ser jiyana ekolojîk a a li gundê wan û ev tişt anîn ziman: “Liv ir her tişt xwezayî ye. Gund bi fêkî û her tişt xwe xweş e. Em dixwazin ku proje bê betalkirin.”
 
WÊ ÇANDINÎ TUNE BIBE
 
 Ercan Yaşar, diyar kir ku bi çêkirina bendavê re wê sewalkarî û çandinî bi temamî tune bibe û gundê wan di bin avê de bimîne û wiha got: “Feyda projeyên mîna vê projeyê tunene. Bi van projeyan mirov ji cih û warên xwe dibin û koçber dibin.”
 
TEXRÎBATA XWEZAYÎ
 
Gundiyê bi navê Ûmûtcan Bozkûrt jî bi lêv kir ku bi projeyên bi vî rengî qadên jiyanê yên mirov, sewal, xwezayê teng dibin û ev tişt got: “Teqez em naxwazin ku bê çêkirin. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Hevsengiya xwezayî xesar dibine. Li jêr bendava Kebanê heye, li jor bendava Mûnzûr heye, em di navbera du bendavan de dimînin. Jixwe ev bi awayekî neyînî bandor li me dikin. Baran nabare. Hişkayî derketiye asta herî jor. Em bendavê naxwazin.”