Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê

img
STENBOL - Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê li Beykozê qadeke daristanî ya 111 metrekarî dabû ber îmarê. Piştevaniya Hawirdorê ya Beykozê bertek nîşanî vê da û li Stenbolê li dij betonkirina qadên daristanî têdikoşe. 
 
Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, li Beykoza Stenbolê qadeke daristanî ya 111 metrekareyî ji bo "qadeke bazirganiyê" dabû ber îmarê. Li vê qadê hezar û 443 dar hene. Dê ji sedî 55'ê vê qadê bibe qada bazirganiyê, ji sedî 45 jî bibe qada perwerdehî, îbadet, park û rê. Her wiha îtiraza ji bo îmarê jî di 8'ê Sibatê de temam bûn. Piştevaniya Hawirdorê ya Beykozê jî berî ku dema îtirazê biqede daxwaznameyên berhev kiribûn, berpêşî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê kiribû. 
 
Dilxwazên Piştevaniya Hawirdorê ya Beykozê xwestin projeya navbirî rojek berî rojekê bê betalkirin. 
 
WÊ NIRXEKE MEZIN WINDA BIBE 
 
Dilxwaza Piştevanha Hawirdorê ya Beykozê Ayşenûr Sûnar, anî ziman ku qada ku ketiye ber îmarê perçeyek daristanên bakur in û daristanên bakur korîdoreke hêşîn a Anayolyayê ye. Sûnar, destnîşan kir ku dê bi vê projeyê nirxeke mezin a Tirkiyeyê winda bibe. Sûnar, diyar kir ku berê li heman qadê xwestibû 553 vîla bên çêkirin, lê belê ji ber bertek û nerazîbûnan vîla nehatine çêkirin. 
 
Sûnar, bibîr xist ku qada ku tê xwestin têkeve ber îmarê dê bibin qadên bazirganiyê û ev bi biryara hevpar a Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê û Serokatiya Karên Diyanetê hatiye girtin. Sûnar got: "Li vê qadê 21 candarên cuda hene. Divê mirov tenê wekî daristanekê li vê derê nenêre. Divê candarên lê jî bibîne. Ev der daristanên dawî yên Stenbolê ne û ev hev du xwedî dikin. Derdora wê ji zû de hatiye betonkirin." 
 
HELWESTA HEVPAR A AKP Û CHP'Ê 
 
Sûnar, destnîşan kir ku parsêla jimare 267 a vê qada ku dê têkeve ber îmarê, aydê endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ên CHP'î Nesîp Mûstafa Merter û Mehmet Berke Merter in û got: "Li qada li hemberî vê qadê projeya Dibistanên Nûrê ji aliyê AKP'ê ve hat qebûlkirin. Qada ku em îtiraz dikin jî aydê CHP'Iyan e. Îja tişa ku em dibînin ew e ku di talankirina xwezayê de tevkariyek heye. Her du jî ketine dû rantê ku dê van deran çawa veguherînin rantê." 
 
Beykoz, destnîşan kir ku ev pirsgirêk tenê ne têkildarî Beykozê ye û got: "Bi salan e Stenbolê ji daristanan tê xalîkirin û tê betonkirin. Hema bibêje qadeke hêşîn lê nemaye. Di sala 2013-2014'an de li Geziyê îtiraz li vê hat kirin." 
 
‘DIVÊ EM Ê BIPARÊZIN' 
 
Dilxwazê Piştevaniya Hawirdorê ya Beykozê Ataberk Gumuş jî anî ziman ku piştî plana îmarê xwe birêxistin kirine. Gumuş, diyar kir ku haya mirovan ji vê projeyê tune bûye û armanca wan, ew vê meseleyê ragihînin mirovan. Gumuş, bilêv kir ku ji bo vê kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin û got:  Ev der, daristanên dawî yên Stenbolê ne. Lewma divê em wan biparêzin." 
 
MA / Kadîr Guney