'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'

img
STENBOL – Bi biryara serkmartiyê gelek statuya gelek zozanên Herma Behra Reş hatin guherandin. Herî dawî Robarê Firtinayê jî ket ber îstimlaqkirin. Ekolojîst Cemîl Aksû got: "Bi awayekî aşkere zemîna cinayetê tê amadekirin." 
 
Bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di 31'ê Çileyê de li navçeya Akçabat a Trabzonê statuya zozanên Hidirnebî-1, Hidirnebî-2; li Bolûyê Gollu Oren, Yaylabelî û li Amasyayê statuya zozanên Ahmetoglû, Keşbelî, Çûkûrtûzla, Melîklî, Çûkûryayla, Alanbaşi, Kadi Çayiri, Kûlam, Peynîrçayi, Duvencî, Findikpinarê hatin betalkirin. Piştê vê biryarê dê ev zozan têkevin ber îmarê. Her wiha li Taxa Merkezê ya navçeya Çamlihemşîn a Rîzeyê jî derdora robarê navdar Robarê Firtinayê hat îstimlaqkirin. 
 
Ekolojîst Cemîl Aksû ev yek nirxand. 
 
MIROV NE DI XEMA WAN DE NE 
 
Aksû, destnîşan kir ku çavê îqtidarê lê ye welêt bike binkeya enerjiyê û got: "Ji bo vê pêşî li ber şîrketên madenvaniyê vekirin. Bi çavê ku her derên Behra Reş û Anatolyayê ji bo xwe bikin pere. Lewma mirov û candarên din ne di xema wan de ye." 
 
Aksû, bilêv kir ku heya niha bi biryarnameyê serokomartiyê wesfa gelek zozanan hatiye binpêkirin û ketine ber îmarê. 
 
AVAHÎ
 
Aksû, bibîr xist ku ji salên 90'î ve çavê îqtidaran li Behra Reş e ku wê veguherînin navenda turîzm û enerjiyê, lê belê li zozanan ji dêvla kargehên biçûk niha otêlên mezin hatine çêkirin. AKsû got: "Ev yek di heman wextê de bi xwe re dibe sedema pirsgirêkeke mezin a avahiyan." 
 
CINAYET 
 
Aksû, bal kişand ser îstimlaqkirina derdora Robarê Firtinayê jî û got: "Bi awayekî aşkere zemîna cinayetê tê amadekirin" 
 
Aksû, bal kişand ser felaketên diqewimin û diyar kir ku ji dêvla ku plansaziyeke li gor vê bê kirin, bereksê wê tevdigerin. Aksû got: "Îqtidar jî êdî guh li qanûnên xwe nake. Ji lewra çerx bi awayekî din digere. Heger di burokrasiyê an jî di nav AKP'ê de nasekî te hebe tu yê karibî li qeraxa robar tiştekî bikî, wekî din na. Dibe ku Tayyip destûrê bide, lê wê xweza destûrê nede. Ê ku bedêla van polîtîkayên şaş dide jî mirov û xweza ye. Heya ku ev polîtîka neyên terkkirin dê ev bedêl bên dayîn." 
 
'HEYA ÎQTIDAR VENEGUHERE...' 
 
Aksû, destnîşan kir ku li gelek deverên Behra Reş welatî li dijî talankirina xwezayê di warê hiqûqî de û bi awayekî fiîlî li ber xwe didin, lê belê pêvajoya niha pêvajoyeke ku hiqûq nayê şixulandin. Aksû got: "Lewma mirov hewl didin pêşî ji vê îqtidara siyasî xelas bibin. Heya ev îqtidar neguhere, bidestxistina destkeftieyek berbiçav ne pêkan e." 
 
MA / Kadîr Guney