Parazvanen jiyanê Tora Piştevanî û Ragihandinê ava kirin

img

STENBOL - Parazvanên jiyanê û ekolojiyê ji bo têkoşîna ekolojiyê bêtir xurt bikin Tora Piştevanî û Ragihanidê ya Têkoşîna Ekolojiyê ava kirin. 

Koma "Xwişk û birayê moriyê heye" li Salona Şaxa Endezyarên Derdorê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Koma ekolojîştan diyar kirin ku wan "Tora Piştevanî û Ragihandinê ya Têkoşîna Ekolojiyê" ava kiriye. Komê li salonê pankarta "Ew bi qasî di nava axê de morî, di nava avê de masî û li ezman çûk pir in." Gelek parazvanên derdorê tev li civînê bûn. Li ser navê Komê Mihriban Yaşar, diyar kir ku koma "Xwişk û birayê moriyê heye" ne li ser navê saziyan, li ser navê kesan hatiye avakirin û wiha got "Di vê komê de hêz û tevgerek xurt a ekolojiyê hatiye avakirin. Yaşar, anî ziman ku ew bawer dikin ku pirsgirêka ekolojiyê di nava pergalê de çareser bikin. yaşar, anî ziman ku ji bo bêtir bertek nîşan bidin û bêtir bi lez çareseriyê bibînin torek wisa ava kirine.