Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê

img
STENBOL - Ekolojîstan bal kişand ser xala "Ji bo xweza û jiyanê bi hev re " ku di Deklerasyona HDP'ê de cih digire û gotin: "Polîtîkaya parastina sermayeyê ku ji aliyê îqtidarê ve esas tê girtin, dibe sedema rûxandineke mezin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 1'ê Hezîranê de bi sernavê "Bi Hev Re Ber Bi Pêşerojeke Demokratîk Ve" deklerasyoneke ji 9 xalan pêk dihat parve kiribû. Di çarçoveya bernameyeke 3 mehî de bi gelek sazî û degehan re civîn hatin çêkirin û di 31'ê Tebaxê de jî "Deklerasyona Banga Ji Bo Aştiyê" hat weşandin. Yek ji binbeşên vê deklerasyonê jî "Ji bo xweza û jiyanê bi hev re" bû. 
 
Ekolojîstan bal kişandin ser texrîbkirin û talankirina ekolojiyê û xwezayê û girîngiya deklerasyona HDP'ê. 
 
HEVSENG GUHERÎN 
 
Endamê Platforma Hawirdorê ya Yeşîlirmakê Fazli Kûrû, bal kişand ser tehekumiya li ser xwezayê ya pergala kapîtalîst û got, çavkaniyên sererd û binerd ên Tirkiyeyê ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bi awayekî hovane tên texrîbkirin. Kûrû, anî ziman ku bi vê texrîbkirinê hevsengiya ekolojiyê guheriye û got, heger ev texrîbkirin dewam bike wê karesateke mezin çêbibe. 
 
‘POLÎTÎKAYA KU SERMAYEYÊ DIPARÊZE DIBE SEDEMA RÛXANDINÊ' 
 
Kûrû, anî ziman ku polîtîkayên rantê yên îqtidara AKP'ê xwezayê bi awayekî zêde texrîb dike û got: "Polîtîkaya 'parastian sermayeyê' ya vê îqtidarê dibe sedema rûxandineke mezin. Ev tişt, tenê bi AKP'ê re ne sînorkirî ye. Ji ber ku ên dibin îqtidar sermayeyê diparêzin, mecbûr vê rêbazê pêk tînin. Heya ev awayê rêvebirin û ev feraseta rêvebirinê neguhere, pêşîlêgirtina vê rûxandinê zehmet e." 
 
BANDORA POLÎTÎKAYA EWLEHÎPARÊZ' 
 
Kûrû, anî ziman ku sedemeke din a zêdebûna texrîbatkirina xwezayê jî polîtîkayên ewlehîparêz e û got: "Yanî ji ber xitimandina aboriyê bi mantiqa 'em çi ji xwezayê biçirpînin ew qas baş e' tevdigerin û xwezayê texrîb dikin. Ev feraset di serdema ewil a kapîtalîzmê de hebû. Wê çaxê ji ber ku hemû hesab û kitab ji bo daneheviya sermayayê bû, polîtîkayeke 'ez çi biçirpînim ew qas baş e' esas dihat girtin. Ji bo çend xiram zêr nizanim ten ton ax tê texrîbkirin. Ev jî dibe sedem ku ew jiyana kûvî û nebatî ya li wê herêmê biguhere û ji holê rabe." 
 
BANDORA PIRSGIRÊKA KURD A LI SER XWEZAYÊ 
 
Kûrû, destnîşan kir ku bal kişand ser bandora pirsgirêka kurd a li ser xwezayê jî û got, nexasim li bajarên herêmê ji ber van polîtîkayan daristan bi zanebûnî tên şewitandin û ji bo mudaxilekirinê jî tu tişt nayên kirin. Kûrû, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin ku herêm bi temamî ji irovan xalî bibe û bê dar bimîne û got: "Ji dêvla ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, AKP vê rageşiyê zêdetir dike û bi vî awayî peyamnina dide alîgirên xwe. Her wiha operasyonên li HDP'ê û pêkhateyên wê tên kirin jî ji ber vê ye." 
 
TÊHILANÎNA HDP'Ê PIR WATEDAR E 
 
Kûrû, bal kişand ser xala "Ji bo xweza û jiyanê bi hev re" ku di deklerasyona HDP'ê de cih digire jî û got, li dijî van tiştên diqewimin têhilanîneke pir watedar e. Kûrû, bilêv kir ku HDP ji bo parastina xwezayê hin tiştan dike û got, polîtîkayên ku ew esas digire tu partiyeke din esas nagire û lewma ew piştgiriya HDP'ê dike û wê heya dawî jî bike. 
 
‘TEXRÎBATKIRINEKE ZÊDE' 
 
Aktivîstê ekolojiyê Koray Turkay jî destnîşan kir ku modernîteya kapîtalîst hema bibêje hatiye asteke werê ku hemû çavkaniyên li ser rûyê erdê qedandiye û got, niha jî çav berdaye ên bin erd. Turkay, diyar kir ku lewma texrîbatkarina xwezayê pir zêde bûye û got, îqtidar bi vî awayî dixwaze li ser pêyan bisekine. Turkay got: "Ev jî tê wateya ku mafê jiyanê yê hemû candaran ji holê bê rakirin. Lwma pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke girîng e. Niha em bi dubendiyeke wekî gelo bila îqtidara AKP-MHP'ê hebe yan bila xweza bijî re rû bi rûne. Li dijî vê têkoşîn divê. Di vî warî de têkoşînine ne pir dorfireh hene. Lê belê îqtidara li ber me ji bo îqtidara xwe bidomînin tevî sermayeyê êrîşan dike. Ev yek bi têkoşîneke xwecihî nabe." 
 
DENGÊ AŞTIYÊ 
 
Turkay, destnîşan kir ku lewma bangawaziya HDP'ê ya di vî warî de pir girîng e û got: "Em ekolojîst bê cihêkarî li her derî ne. Tecrbeya HDP'ê ya di warê siyasetê de dike ku em li van deran hîn têkûztir bixebitin. Lewma pêşniyazên HDP'ê yên di warê çareseriyê de pir girîng in. Hîn jî di têkoşîna ji bo ekolojiyê de dîtineke tirkîtiya spî serdest e. Lê divê em bi cudawaziyên xwe tevna têkoşînê dorfirehtir bikin. Ji bo têkoşîna ji bo ekolojiyê feraseteke demokratîk divê. Li dijî van êrîşên kolketîf ên îqtidarê divê dengê aşttiyê bê bilind kirin." 
 
MA / Nacî Kaya - Ferhat Çelîk