Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin

img
HATAY - Derket holê ku wê li devera ku agir bi daristanan ketiye projeya madena kronê bê pêkanîna. 
 
Derket holê ku wê li devera şewata ku li Belen, Arsûz û Îskenderûnê ya Hatayê derketiye projeya madena kromê bê pêkanîn. Di nivîsa fermî ku Walîtiya Hatay û Midûriyeta Bajarsaziyê ya Bajêr berpêşî wezaretê kirine de, hatiye diyarkirin ku wê li herêmê projeya madena kromê bê pêkanîn. Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr di 30'yê Îlonê de nivîsek ji gundan re şandiye û di nivîsê de hatiye diyarkirin ku wê di 12'ê Cotmehê de der barê projeyê de li Taxa Huyukê ya navçeya Arsûzê civînek bê çêkirin.