6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye

img

NAVENDA NÛÇEYAN  – Di ser êrîşa li dijî Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Ülker re 6 sal borîn. Lê hêj êrîşkar nehatine dîtin û darizandin. Di bûyerên 6-9'ê Cotmehê yên şermezarkirina dagirkeriya Kobanê de kesên nasnameya wan nediyar di 9'ê Cotmehê de êrîşî Midûrê Çewlikê Atalay Urker kirin û birîndar kirin. Lê hêj êrîşkar nehatine dîtin û darizandin. 

 
Dema DAIŞ'ê êrîş birin ser Kobanê û xwestin kobanê dagir kirin. Li dijî hewldana dagirkeriya Kobanê li 35 bajaran gelê Kurd di navbera 6-9'ê Cotmeha 2014'an de derketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiyên li dijî dagirkirina Kobanê de 54 mirov hatin kuştin. Di ser bûyera çalakiyên Kobanê re 6 sal borîn. Têkildarî bûyerên pêş ketin HDP'ê heta niha 3 caran pêşniyarnameyên lêpirsînê dan meclîsê. Lê li şûna meclîs lêkolîn bike û lêpirsîn bike, li djî HDP'ê operasyon pêk hat û 17 siyasetmedarên Kurd 6 sal şûnde hatin binçav kirin û girtin. Dîsa 6 sal berê saet di 21'ê 9'ê Cotmeha 2014'an de li dijî Midûrê Polisan ê Çewlikê Atalay Urker çalakiya suîkastê hat li dar xistin. Midûr Urker di êrîşê de birîndar bû. Li gel midûr Urker parazvanê wî Ugur Atli jî birîndar bûbû. Di bûyerê de Cîgirê Midûrê Polîsan Atif Şahîn û Komiser Huseyin Hatipoglu jiyanaxwe ji dest da. 
 
Piştî bûyerê bi qasî 1 saet û 15 deqîqe şûnde li navçeya Dara Hênê polîsan maşîna plaqeya wê 12 AR 900 rawestand û 4 kesên di maşînê de kuştin. Roja din Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Ahmet Davutoglu, li Enqereyê Midûr Urker ziyaret kir û got: “Terorîstên bûne faîlê vî karî dê di nava 1-2 saetan de bên cezakirin." 
 
Piştî lêkolîna li Dara Hênê derket nolê ku 4 kesên jiyana xwe ji dest dane Ali Bozan (46), Emre Ekîncî (15), Omer Topal (16) û Ramazan Ozmaskan (22-Bahoz Amed) yê HPG'î ye. HDP'ê wê demê bûyer wekî “provokasyon” pênase kir. HPG’ê jî daxuyanî da û diyar kir ku tu eleqeya wan û bûyerê bi hev tune ye. Piştî Serdozgerê Komarê yê Çewlikê bûyer lêpirsîn kir, Erhan Şenyuva yê di maşîna ku polisan gulebaran kir û 4 kes têde hatin kuştin de hat binçavkirin û Ali Kiliçgedik hatin girtin. Der barê lêpirsîna dosya wan de biryara veşartinê dan. 
 
 
Guleyên ku 4 welatî pê hatin kuştin şandin Midûriyeta Labaratuvara Polîsan a Kriminal a Amedê. Di lêkolînê de derket holê ku gule aydî çeka polîs Atıf Şahin û Huseyin Hatipoglu ne. Hat diyar kirin ku gule aydî çekên wan ên Kalaşnikov ku çapa wan 7.62x39 e. Derket holê ku êrîşa li dijî midûrê polîsan ê Çewlikê û êrîşa li diji 4 welatiyan a Dara Hênê ji hev cudane. Derket holê ku tu eleweya endamê HPG'ê yê li Dara Hênê û sûîkastê ji hev tune ye.
 
Piştî bûyerê Alî Kiliçgedik û Erhan Şenyuva li Dadgeha Cezayên Giran a Çewlikê hatin darizandin û girtin. Piştî girtinê 3 meh şûnde di danişîna yekemîn de dadgehê Kiliçgedik serbest berda. Kiliçgedîk piştî cara sêyemîn hat binçavkirin û dîsa hat girtin. 
 
 
Di 5'ê Hezîrana 2015’an de danişîna 3'emîn hat dîtin. Dadgehê di danişînê de li Şenyuva û Kılıçgedîk bi sucdariya ‘Endamtiya rêxistinê" ji bo her yekî 5 sal û 7 meh û 15 meh  ceza birî. Li ser îtîraza parêzeran 16'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind doz xera kir û ji nûve hat dîtin. Vê carê dadgehê ji bo her yekî 7 sal û 6 meh ceza birî. 
 
 
Di darizandinê de Yusuf Ziya Ertugrul ê xwediyê erebeya ku hat îdiakirin di êrîşê de bikar anîne, li ser wêneyan Umut Savaş Koçyigit teşhîs kir. Koçyigît piştre hat binçavkirin û hat girtin. Dadgehê 3 caran cezayê muebeta giran û 30 sal cezayê hepsê li Koçyîgît birî. 
 
 
Hêj darizandinê berdewam dikir, di 23'ê Îlona 2015'an de şer derket û di şer de 4 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest da. Walî Yavuz Selim Koşger, daxuyanî da û îdea kir ku van kesan di 9'ê Cotmeha 2014'an de êrîş kirine. Lê balkêş bû Murat Barunduk ê HPG'î ku jiyana xwe ji dest da hêj 2 meh tev li HPG'ê bûbû.
 
 
1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çewlikê di darizanê de li Umut Savaş Koçyîgît bi îdêaya "Yekîtî û tevahiya dewletê perçe kiriye û bi zanebûn mirov kuştine" 3 caran cezayê muebetê birî. Dadgehê bi giştî 57 sal û 2 meh û 15 roj ceza birî. Dadgehê dîsa li bersûc Ramazan Ayaz 5 sal û 6 meh û 15 cezayê girtîegehê birî. 
 
 
Îdêayên parlamenterên AKP'ê yê Aydinê Alî Gultekîn Kilinç ku di 2014'an de anîn ziman balkêş bû. Kilinç got "Polîsên paralel suikast li min kirin. Kilinç anî ziman ku kesê suikast li wî kir Cîgirê Midûrê Polîsan Atif Şahin ê hat kuştin bû. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê wê demê Selahattin Demirtaş, di 12'ê Nîsana 2018’an de agahiyên balkêş dabûn. Demirtaş, anîbû ziman ku di 1'ê Cotmeha 2014'an de li gel Hevseroka KCD'ê Selma Irmak tev li civînek ku Cîgîrê Serokwezîr Yalçın Akdogan jî hebû bûbûn. 
 
GOTINÊN DAVUTOGLU 
 
Demirtaş, got di civînê de Serokwezîr Ahmet Davutoglu gotiye “Der barê me de gotinên piştgiriyê dide DAIŞ'ê heye. Divê em vê yekê biguherînin. Divê em her alîkariyê bidin Kobanê." û Davutoglu xwest konvoya alîkariyê ku li Qamişlo hatibû rawestandin bi rêya Tirkiyeyê bigîne Kobanê. Demîrtaş anîbû ziman ku li gel hefteyek derbas bû jî tu gav nehatin avêtin. Demîrtaş da zanîn ku di 6'ê Cotmehê de bi Davutoglu re axivî, lê gotinên xwe yên berê guhert. 
 
Demirtaş, bal kişandibû ser gotina Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û gotibû “Hêzên ewlehiyê yên hûn nikaribin kontrol bikin hene'. Demîrtaş diyar kiribû ku piştî xwe gîhandin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li ser banga wî çalakiyên li kolanan bi dawî bû. Demîrtaş anîbû ziman ku di 9'ê Cotmehê de hêj suîkasta li dijî Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Ulke bi raya giştî re nehatibû parvekirin Wezîr Efkan Ala li wî geriya ye û gotiye “Sûîkastê wan kiriye? Biryarek navendî heye? Agirbest xera kirin? û pir pirsîne. Demîrtaş jî gotibû piştî wan hêj li Qandilê teyît nekirin, bi rêya hewlerê xwe gihandin wan Qandîlê gotiye 'Tu têkiliya me û vê bûyerê bi hev re tune ye' li ser vê gotinê piştî wezîr Efkan Ala piştî ev agahî bihîst gotiye “Oxx”. Demîrtaş anîbû ziman ku Ala gotiye “Eger bûyer bi şiklekî din pêk hatibûya emê nikaribûna ji nava wê derkevin" û kefê wî hatiye. DAWΠ
 
MA / Omer Çelîk