Gola Sixkê ziwa dibe

img
WAN - Gola Sixkê ya girêdayê navçeya Rêya Armûşê ku malovaniyê ji gelek zindiyan re dike, bi gefa ziwabûnê re rû bi rû ye. Gola ku di nava çopa derdorê û avahiyên hatine lê kirin de winda bûye, av kêşandinê re girên di nava avê de derketine holê. 
 
Ava Gola Sixkê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku malovaniyê ji gelek zindî, qaqlîbaz û leglegan re dike, di salên dawî de pir kêm bûye. Gol ji ber kêmbûyîna avê, qirêjî heyî û zibaleyên derdorê, bi gefa ziwabûnê re rû bi rû ye. Bi kêmbûyîna avê re girên dibin golê de êdî xuya dikin. 
 
DIBE KU ZIWA BIBE
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Komelya Çavderiya Xwezayê Dr. Mûstafa Akkûş, hişyariya “dibe ku gol ziwa bibe” kir. Akkûş, diyar kir ku germahiya kûrewî berî her tiştî bandorê li behran, daristan û golan dike û wiha axivî: “Her ku çemen ber bi golan ve diherikin ziwa dibin, berfa li ser çiyan kêm dibe û pergal eko ya qirêjiyê mezin dibe, ev jî bandorê li golan dike. Mirov derdorên xwe pir qirêj dikin. Ev jî bandorê li pergala ekoyê dike. Divê em balê bikêşin ser ava di mislikan de diherikin. Divê li taybet mêze bikin û ji giştî dersên mezin derbixin. Ger wisan dewam bike, wê Gola Sixkê ziwa bibe.” 
 
BANDORA WÊ YA LI SER ZINDIYAN
 
Akkûş, da zanîn ku qirêjkirina derdorê, tevahiya cîhanê tehdît dike û ev bang kir: “Divê li herêmê pergalekê paqijkirinê bê avakirin. Hemû jêderketin xwezayê di nava hev dene. Qirêjiya heyî bandorekê mezin li zindiyan jî dike. Ger qirêjkirin bi vî awayî dewam bike, wê zindî dor hêlên xwezayê terk bikin. Divê em li gorî vê yekê tevbigerin û hewl bidin derdora xwe paqij bigirin.”