Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne

img

DERSIM - Hevşaredara Perî Songul Dogan a qeyûm taşînî şûna wê kirin û ji peyvirê girtin, di nava gel de karê çandiniyê dike û di Kooperatifê de hilberînê dike. 

 
Hevşaredara Perî ya Dersîmê Songul Dogan li gundê Elmali Periya Dersimê di Kooperatîfê de bi gel re hilberînê dike. Beriya qeyûm tayînî şaredraiyê bikin, Şaredariyê 7 meh berê projeya Kooperatifê xistibû meriyetê. Şaredariyê beriya qeyûm li ser 240 dolim (dekar) zevî fireng, îsot, bacan, fasûlî, xiyar, kuncî, ceh, genim û berhemên din ên çandiniyê çandibûn. Niha welatî di bin baneyê vê kooperadifê de de çandiniyê dikin û debara xwe dikin. Hevşaredara Perî Songul Dogan jî niha di nava gel de hilberînê dike û projeya xwe berdewam dike. Hevşaredara ji peyvirê hatiye girtin Songul Dogan, niha armanc dike ku kooperatifa sabûnê û koopetarifa xebatên jinan ava bike. 
 
Dogan, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî xebatên xwe berdewam dike û xebatên wan tenê di nava çar dîwarên şaredariyê de ne bi sînor in. Dogan, da zanîn ku bi van kooperatifan armanc dike ku alîkarî û piştevaniya jinan bike û projeyên xwe yên nîvco temam bike. Dogan, bibîr xist ku ew dê bêtir hilberînin û bêtir bi afirînin û dê xwe ji hilberînê qut nekin. 
 
MA / Ayşe Surme