NY: Derziyek bi bandor dikare rewşa dinyayê asayî bike

  • cîhan
  • 12:11 16 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres destnîşan kir ku vegera li jiyana asayî ya li cîhanê bi çêkirina derziyek li dijî vîrûsê dibe.
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres têkildarî rewşa vîrûsa koronayê (Kovîd-19) axivî. Gûterres got: "Piştî ku li dijî Covîd-19 derziyeke (aşi) pê bawer û bi bandor hate çêkirin, hingî hesta asayîbûnê wê li cîhanê vegere." Gûterres diyar kir ku ew hêvîdar e heta dawiya salê derziyek bê amadekirin û got: "Derziyeke bi vî rengî wê jiyana bi milyonan mirovî û bi milyaran dolarî rizgar bike."
 
Gûterres bi rêveberên 50 welatên Efrîkayê yên endamên Neteweyên Yekbûyî re vîdeokonferans kir û xwest karê ji bo çêkirina derziyê bê zêdekirin û her kes karibe jê sûdê werbigire. Gûterres anî ziman ku bi saya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî kariye amûra testa Covîd-19 bide 47 welatên Efrîkayê û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê yekê anî ziman.