WHO: Li Ewropayê kêm dibe li Tirkiyeyê zêde dibe

  • cîhan
  • 15:29 14 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE – Berdevkê WHO’yê Dr. Margaret Harrîs, têkildarî hejmarên weqayên vîrûsa koronayê got ku li hin deverên Ewropayê kêm dibin, li Îngilistan û Tirkiyeyê zêde dibe.

 
Berdevkê Rêxistina Tenduristiya Cîhan (WHO) Dr. Margaret Harrîs, li Cenevreyê têkildarî hejmarên weqayên vîrûsa koronayê daxuyaniyek da. Harrîs, bal kişand ser zêdebûna weqayên vîrûsa koronayê yên li Tirkiyeyê û ev tişt got: “Hejmarên weqayên vîrûsa koronayê Îtalya û Îspanya jî di nav de li hin deverên Ewropayê kêm dibin û li Îngilistan û Tirkiyeyê hê jî zêde dibin.”