Lîbya: Erdogan hemû peymanan binpê dike

  • cîhan
  • 12:57 14 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê diyar kir ku Tirkiye bi grûpên xwe yên paramîleter peymanên navntewî binpê dike û got: “Erdogan alîgirê hêzên dagirker e.”
 
Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan destekê dide grûpên paramîlîter da ku paytext Trablûsê dagir bikin. Erdogan bi vê destekdayînê hemû peymanên ji hêla nanvetewî ve hatiye pejirandin binpê dike. Erdogan alîgirê terorîstan e. Tirkiye bi maşîneyên bêînsan ên hewayê sivîlan bombe dike. Tirkiye li dijî gelê Lîbyayê sûc dike. Divê raya giştî ya Tirkiyê, ji vî dîktatorê Tirkiyê dixe nava talûkeyek mezin rizgar bibin.”
 
Li aliyê din Artêşa Netewî ya Lîbyayê daxuyanî da û ragihand ku wan ÎHA’yek aîdî Tirkiyê li Balafirgeha Mitînga xistine.