Serokê WHO hişyar kir: Zû dawî li sînorkirinan neynin

  • cîhan
  • 10:43 14 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus bi armanca belavbûna vîrûsê were hêdîkirin hişyarî da hikumetan ku zû dawî li sînorkirinan neynin.

Li gorî nûçeya di BBC Tirkî de cih digire; Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Doktor Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku tenê derziyek (aşi) bi bandor dikare şewba vîrûsa koronayê ya li hemû dinyayê belav bûye bide rawestandin. Gelek pispor diyar dikin ku heta salekê wê li dijî koronayê derziyek were lipêşxistin û dê neyê belavkirin.
 
Ghebreyesus diyar kir ku Kovid-19 ji şewba beraza ya sala 2009’an bêtir bealv bûye û 10 qat kujer e. Tê texmînkirin ku ji şewba beraza 200 hezar kes miriye. Ghebreyesus anî ziman ku şopandina bûyerê, test û îzolasyon ji bo pêş lê girtina şewbê gelek girîng e. Ghebreyesus bi armanca belavbûna vîrûsê were hêdîkirin hişyarî da hikumetan ku zû dawî li sînorkirinan neynin.