Di çapemeniya cîhanê de Covid-19: Dermanê vîrûsê hevkarî ye

  • cîhan
  • 14:09 13 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE - Di nava welatên cîhanê de şewba vîrûsa corona Covid-19 herî zêde li DYA û Îspanya belav bûye. Rojnameya El Pais a ku li Îsyanyayê weşanê dike li ser şewbê rawestiya û bi manşet "Panzehîra şewbê ne cudakirin, parvekirin û hevkarî ye" derket. 

 
Li tevahya cîhanê hêjmara miriyên bi şewbê zêde dibe. Heta niha li tevahiya cîhanê ji ber şewba kurevî zêdeyî 1 milyon û 853 hezar kes bi şewbê ketin. Herî kêm 114 hezar kes jî bi şewbê mirin. 416 hezar kesên bi şewbê ketin jî baş bûn. Di nava welatên cîhanê de herî zêde li DYA mirov bi şewbê mirin. Di nava welatê zêde ku mirov le mirin DYA û piştre Îtalya, Îspanya û Fransa li pey wê tên.
 
Di çamemeniya cîhanê de herî zêde nûçeya ku 13 welatên endamên Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) biryar girtn ku dê hilberîna petrolê ji 1'ê Gulanê û şûnde rojê 10 milyon varîl petrolê kêm bikin, derket pêş. Serokê DYA Donald Trump di vê mijarê de spasiya xwe ji Rusya û Suudi Arabistan re kir. 
 
Rojnameya Reutursê têkildarî peymanê serwîs kir ku bi rêya konsferansa video belge îmze kirine û Wezirê Enerjiyê yê Kazakistanê daxuyanî daye. Rojnameya Blomberg  jî cih da daxuyaniya pisporê petrolê Ed Morse a “Di demên bê mînak de tedbîrên bê mînak" û bal kişand ser qutkirina hilberîna petrole. Dîsa diyar kir ku DYA di peymana OPEC+ de di navbera Rûsya û Erebistan de rolek mezin lîstiye. 
 
Piştî Serokê Îngîlîstanê Boris Johnson ji kontrola komayê derket, çapemeniya îngîlîz, ekîpmanên kêm ên parastinê ya Pergala Tenudiristiya Îngîlîz kir mijara sereke. Rojnameya The Guardian jî manşeta “Hilberinê petrolê peymana dîrokî îmze kir, lê li tevahiya cîhanê nexweşên şewbê 1.85 milyon derbas kir û bal kişand ser zêdebûna vîrusa corona. 
 
Rojnameya Guardian, dîsa bal kişand ser rewşa Îspanyayê û diyar kir ku hin kargeriyên ku deriyê xwe girtibûn dîsa derî vedikin û dixwazin aboriyê bu ruh bikin. 
 
EL PAİS: PANZEHÎR HEVKARÎ YE
 
 Rojnameya El Pais a ku li Îsyanyayê weşanê dike li ser şewbê rawestiya û bi manşet "Panzehîra şewbê ne cudakirin, parvekirin û hevkarî ye" derket. 
 
LI ÎTALYA VEKIRINA DIBISTANAN DÊ BÊ TALOQKIRIN
 
Rojnameya La Repubblica jî bal kişand ser daxuyaniya Serokê Lijneya Tenduristiyê Franco Locatellî û xwest ji bo vekirina kargeriyan lez neye kirin û dibe ku vekirina dibistanan heta meha îlonê taloq bikin. 
 
Rojnameya Der Spiegel  a Alman jî diyar kir ku Alman bêtir dikevin nava tevgerê û li gel banga "Li mal bimînin" liv û tevgera kolanan zêde buye. 
 
Werger: Ajansa Mezopotamya