4 hezar û 357 kes li Îranê bi vîrûsê mirin

  • cîhan
  • 16:48 11 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di nava 24 saetan de 125 kesên din bi vîrûsa corona mirin. Heta niha bi giştî 4 hezar û 357 kes bi şewba vîrûsê mirin. 
 
Vîrûsa corona li hemû welatên cîhanê belav bûye. Her roj li tevahiya cîhanê bi hezararan mirov ji ber şewba virûsa corona dimirin. Di deh hezaran mirov jî bi şewbê dikevin. Li Îranê jî hêjmara miriyan her roj bi sedan zêde dibe. Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku di nava 24 saetên borî de 125 kesên din bi Koronayê mirine. Wezaretê destnîşankir ku hezar û 837 kes jî di nava 24 saetên borî de bi Koronayê ketine. Her wiha girtiyê siyasî yê kurd ji ber ku fîrar kiribû hat bi darvekirin.  Li gorî daxuyaniya wezaretê, hejmara kesên li Îranê bi Koronayê ketine, gihiştiye 70 hezar û 29 kesan û heta niha jî 4 hezar 357 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.